Girtiyekî berê di girtîgehên Tirkiyê de: Me girtîgeh kir cihê xweperwerdekirinê

Girtiyekî berê di girtîgehên  faşîzma dewleta Tirk de behsa zextên dewleta faşîst ên li dijî girtiyan kir û got, ev zext  fikir û bedana mirovan xirab dikin.

Girtiyekî berê di girtîgehên Tirkiyê de: Me girtîgeh kir cihê xweperwerdekirinê
25 kanûn, 2021   04:20
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Di girtîgehên dewleta Tirk de tijî girtiyên siyasî, kesên ku banga azadî û demokrasiyê dikin hene. Li dijî van girtiyan îşkence û zextên herî giran têne kirin. Dewleta Tirk siyasetên qirkirinê li dijî neteweyên ne Tirk di serî de li dijî Kurdan pêk tîne.

Eşref Remedan Hisîn ku demek berê di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de mabû, behsa kiryarên li dijî girtiyan kir û got, ev kiryar fikir û bedena mirov xirab dikin.

Eşref Hisnî ji gundê Baterzan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ye, berê deh salan di girtîgeha bajarê Medyatê ya Bakurê Kurdistanê de girtî mabû, tev li pêngava gireva birçîbûnê ya bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bûbû.

Eşref Hisnî got,  2008`an dema li Bakurê Kurdistanê bû bi tawana tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye, hate binçavkirin.

Eşref Hisnî da zanîn ku dewleta Tirk li dijî wî îşkenceya derûnî û bedenî pêk dianî û wiha dewam kir: "Piştî demekê min veguhezandin Dadgeha Bilind ku deh sal ceza li min birîn û zextên derûnî li ser min meşandin û nêzîkatiyên wan jî ne baş bûn."

ꞌGIRTÎGEH VEGUHERAND CIHÊ XWEPERWERDEKIRINÊꞌ

Eşref Hisnî destnîşan kir ku jiyana di girtîgehê de pirr ji derve cuda ye, ji ber ku li dijî girtiyan kiryarên fikir û bedena mirovan xirab dikin, pêk tînin.

Eşref Hisnî ev lê zêde kir: "Di girtîgehên Tirkiyê de gelek girtiyên bi tawana tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûne hene, lê rojekê jî serî jê re netewandin, berovajî wê girtîgeh veguherandin cihê xwe perwerdekirin, avakirin, naskirin û îradeyê."

Eşref Hisnî bi domdarî got: " 3 sal û nîvan di girtîgeha Medyatê de mam, paşê li gel 20 hevrêyên xwe yên girtî me şandin girtîgeha herêma Deryaya Reş bajarê (Tokat), nexasim li aliyê bi ewlehiya bilind û bi nebaşiyê dihat naskirin, ji ber zexteke mezin li dijî girtiyan didin meşandin."

PÊNGAVA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN

Eşref Hisnî pêngava greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de bi armanca banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dan meşandin bi bîr anî û ev lê zêde kir: "Pêngav serkeftî bû û piştî çend hewldanên binketî ku dixwest zextê li girtiyan bike da pêngavê bidin rawestandin, neçar ma xwestekên wan bi cih bînin."

Eşref Hisnî da zanîn ku vîna girtiyan ji rêbazên dewleta Tirk mezintir bû, piştî çend mehan ji pêngava greva birçîbûnê ku bandor li tenduristiya gelek girtiyan kir, dewleta Tirk neçar ma daxwazên wan bi cih bîne û li wan guhdarî bike.

Eşref Hisnî bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakê û malbatan a ji girtiyan re û wiha pê de çû: "Piştgiriya civakê û malbatên girtiyan israra me ya têkoşîna li dijî têkoşîna li hemberî dewleta Tirk zêde kir."

Dewleta Tirk a dagirker heta dema cezayê bi dawî bû 2018`an li dijî Eşref Hisnî sûc pêk dianî û piştî ew serbest berdan wî radestî çeteyên girêdayî Carablusê kir, li wir jî rêbazên qanûnên mafên mirovan bin pê dikin li dijî wî dimeşandin. Dûvre Eşref Hisnî radestî "Artêşa Niştimanî ya Azad" kir û di dawî de serbest hate berdan.

Eşref Hisnî azara di girtîgehên dewleta Tirk de kişandiye anî ziman û li Rojava têkoşîna xwe ji bo azadî, demokratî, jiyana bi rûmet a li welatekî bi ewle û aştiyane didomîne.

(eh)

ANHA