'Berxwedana şêniyên Zirgan û Til Temirê lehengî ye'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê berxwedana şêniyên Zirgan û Til Temirê silav kirin û gotin, Tirkiyê hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û nikare bibe aliyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

'Berxwedana şêniyên Zirgan û Til Temirê lehengî ye'
25 kanûn, 2021   00:37
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Rojên 21 û 22'ê Kanûnê navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

Dagirkeran, di êrişên xwe yên li ser gundên Esediyê, Xirebe Şiîr, Dada Ebdal, Til Werd, Til Hermelê, Rebîhat û Til Emîr ên Zirganê û gundên Til Şenan, Til Cuma yên asûriyan, Um El-Kêf, Til Gerabêt û Tewîla yên Til Temirê malên sivîlan bi top û moşekan kirin hedef. Zêdetir 350 top li gundên navborî ketin.

Di encama êrişan de 4 welatî şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn, di nav de zarok, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn. Her wiha 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Kurd û erebên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaza herêmê ji şêniyên wê vala bike û ewlehiya herêmê têk bibe.

Zerga Mehmûd ji Serêkaniyê ye û li Dirbêsiyê dimîne got, armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji êrişên li ser Zirgan û Til Temirê dagirkirin e.

Zerga Mehmûd îşaret bi berxwedana li hemberî dagirkeriyê kir û wiha domand: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin, em ê nehêlin herêmên din werin dagirkirin û em ê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin."

Zerga Mehmûd berxwedana şêniyên Zirgan û Til Temirê û girêdana wan a bi xaka xwe ve silav kir.

Qasim Hesen ê ji Dirbêsiyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha got: "Ji du rojan ve bajarokên Zirgan û Til Temirê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin. Çi ji herêmên me dixwazin? Mafên wan tune ye me li ser xaka me topbaran dikin."

Hesen destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide çavê xwe ji krîzên xwe yên navxweyî bigire û wiha pê de çû: "Dema ku dewleteke ji hemû aliyan ve dorpêçkirî be hewl dide dest dirêjî herêmên din bike da ku alozî, tevlihevî û koçberkirinê lê belav bike û krîza xwe veşêre."

Selah Mîrzo jî êrişên dawî yên li ser Zirgan û Til Temirê bi xeter bi nav kir û got: "Rasterast malên tijî sivîl dikin hedef. Ev gaveke xeter e. Divê hêz û civata navneteweyî li hemberî Tirkiyê bisekine û sînorekî ji kiryarên wê re deyne."

Mîrzo destnîşan kir ku heta niha hêzên navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyê tu helwesteke diyar nedane û Kurdan wekî kaxezeke, kengî bixwazin bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê pêk bîne.

Selah Mîrzo îşaret pê kir ku topbarana li ser Zirgan  û Til Temirê hemwextî civînên "Astana" yên di navbera hêzên garantor "Rûsya, Îran û Tirkiye" de pêk hat û got: "Madem Tirkiyê di Astana de garantor e û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, tu hêviyên me ji çaresereke di demeke nêzî de ji aloziya Sûriyê re tune ye."

Welatiyê bi navê Xelef El-Hesen jî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kir û ev tişt got: "Çima em bi domdarî tên topbarankirin, çima Neteweyên Yekbûyî tevnagere?  Ma nizanin û nabînin çi bi serê sivîlan tê?"

Îzedîn El-Ebdullah ê ji Serêkaniyê û li Dirbêsiyê dimîne got, dewleta Tirk hewl dide kurdan qir bike û ji bo vê yekê pêk bîne, wê her tiştî bike. Her wiha got, sedema binkeftina armancên Tirkiyê hêz û îradeya xurt a gelê Kurd e.

ANHA