Li Siwêdayê kesên nenas êrişî avahiya rêveberiya polîsan kir

Li bajarê Siwêdayê alozî dewam dike û çekdarên herêmî belav bûne. Her wiha kesên nenas jî avahiya rêveberiya polîsan li bajar topbaran kir.

Li Siwêdayê kesên nenas êrişî avahiya rêveberiya polîsan kir
25 kanûn, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku kesên nenas şevê din avahiya rêveberiya polîsên li bajarê Siwêdayê topbaran kir.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumeta Şamê ve li bajêr, bendên xwe yên kontrolê xurt kirine.

SOHR`ê di 21`ê Kanûnê de, ragihand ku çekdarên herêmî êrişî avahiya polîsan li bajarê Siwêdayê kirine û di encamê de, endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û du endamên din jî birîndar bûn.

Her wiha 20`ê Kanûnê jî, li avahiya polîsan şer careke din derket.

(bx)