Malbat û parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo ku biçin Îmraliyê û xizmên xwe bibînin, serî li dozgeriyê da.

Malbat û parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
24 kanûn, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, ji bo ku roja duşemê hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran 22'yê Mijdarê ji bo 'hevdîtina lezgîn’ serî li dadgeriyê dabû, dadgeriyê jî bi hinceta ku 'der barê Abdullah Ocalan de 2 qedexeyên hevdîtinan hene' serlêdan red kiribû. Têkildarî biryarên li ser qedexeyê agahî nedabûn parêzeran.