​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kes bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kes bi koronayê ketine û yek din jî miriye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kes bi koronayê ketin
24 kanûn, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir kesê mirî, mêrek ji Hesekê ye.

Her wiha da zanîn ku 25 kesên bi koronayê ketine; 18 mêr û 7 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 1

Tirbespiyê: 1

Qamişlo: 5

Dêrik: 6

Çilaxa-Cewadiye: 1

Kobanê: 3

Reqa: 6

Şehba: 2

Tê bibîrxistin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê ragihandinê re hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 37 hezar û 141`an di nav de hezar û 490 kes pê mirine û 2 hezar û û 513 kes jî baş bûne.

(şx)

ANHA