Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kongreya xwe 5`an li dar dixe - HATE NÛKIRIN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Ji Rojava heta Şengalê, Rêveberiya Xweser garantiya azadiya me ye” kongreya xwe ya 5`emîn li dar dixe.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kongreya xwe 5`an li dar dixe - HATE NÛKIRIN
24 kanûn, 2021   11:27
QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Ji Rojava heta Şengalê, Rêveberiya Xweser garantiya azadiya me ye” kongreya xwe ya 5`emîn li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê bi amadebûna 300 delegeyî li dar dixe.

Di kongreyê de nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), QSD, Kongreya Îslama Demokratîk, Dîdariya Olan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Koçberên Serêkaniyê amade bûn.

Di destpêka kongreyê de Koma Şehîd Mam Zekî Şingalî qewl gotin. Piştre sînevîzyonek têkildarî şehîdên civaka êzidî hat pêşandan.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî gelê Rojava û Şengalê dewam dikin û got: “Divê em li hemberî vê yekê asta karê xwe bilind bikin, em ê xeta şehîdên azadiyê bişopînin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Ibêd jî got: “Rêber Ocalan wiha dibêje; divê civaka êzidî hêza xwe ya parastinê xurt bike, ji ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya civaka êzidî ve girêdayî ye.”

`VÎNA GELÊ ME JI ÇEKÊN DEWLETA TIRK BIHÊZTIR E`

Hesen Ibêd da xuyakirin ku ew ê bi hêzên xwe yên leşkerî û gelê xwe re komployan têk bibin û got: “Vîna gelê me ji çekên pêşketî yên dewleta Tirk bihêztir e.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî kongreya Mala Êzdiyan li tevahî gelê Rojava pîroz kir û şehîd Mehmûd Reşo ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirt, bi bîr anî. Telat Yûnis da zanîn ku dijmin û dagirkeran 74 caran hewl da vîna civaka êzidî têk bibin û niha jî vê siyasetê dewam dikin û got: “Vîna gelan li Şengal û Rojava hedefa dijminan e, divê li hemberî vê yekê em hêza xwe ya cewherî û hevkariya gelan xurt bikin.”

Endama Yekitiya Êzdiyên Sûriyê Arîn Rustem jî axivî û diyar kir ku biryar û girêdana endamên Mala Êzidiyan bi axa welat re diyar e, bê guman dê ew yek jî serkeftinên mezin bi xwe re bîne û wiha got: “Em ê Rojava biparêzin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî wiha axivî: “Di vê qonaxa zehmet de ku êriş li dijî me tên kirin, dema em kom dibin; kombûna me dibe cihê moral û kêfxweşiyê.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku dijmin bi rêya qirkirina êzidiyan dixwazin mîrasa Kurdan ji holê rake. Civaka êzidî ev yek qebûl nekir û got: “Gelê êzidî bi rêxistina xwe ji cîhanê bi tevahî re dide xuyakirin ku ew ê heta dawiyê hebûna xwe biparêze, heke mirov xwedî li xwe dernekeve tu kes xwedî li me dernakeve. Ji qirkirin û talankirinê re êdî bes e. Me bi hezaran şehîd dane, em hîn jî berdêlên azadiyê bidin, heke em wisa dewam bikin em bi vê berxwedanê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin. Wê demê em ê serkeftinê misoger bikin.”

Dûre endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Ilyas Sîdo nameya Meclisa Xweseriya Demokratîk û Desteya Rêveber a Şengalê xwend û wiha vegot: “Bêguman îrade û rêxistin, dema xwe bigihîne pergalekê bi wate dibe, ev jî pergala xweseriya demokratîk e ku li ser fikirên azadiyê yên rêber Apo ava dibe. Şengal û Rojavayê Kurdistanê mînakên herî berbiçav ên vê projeya azadî û demokrasiyê ne. Di nav salên borî de tevî hemû êrişan jî bi berdêlên giran me karî em pergala xweseriya demokratîk ava bikin û biparêzin.”

Dê rapora 3 salan û rêziknameya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bê xwendin û nîqaşkirin. Kongre dewam dike.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di sala 2012`an hatibû damezirandin.

(sb)

ANHA