Lêkolînerek sûrî ji ber zêdebûna nijadperestiyê li hember gelê Sûriyê hişyarî da

Li gel nixumandineke çapemeniyê, li Tirkiyê 3 ciwan ji aliyê nijadperestekî tirk ve hatin şewitandin. Lêkolînerê sûrî Dr.Ehmed El-Dirzî hişyarî da, ku nijadperestiya li hember sûriyan zêde dibe û destnîşan kir ku bingeha wê, nijadperestiyeke girêk e ku di civaka Tirkiyê de hatiye rûniştandin.

Lêkolînerek sûrî ji ber zêdebûna nijadperestiyê li hember gelê Sûriyê hişyarî da
23 kanûn, 2021   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Hinek fêlezof nijadperestiyê wiha pênase dikin; tu mirov nayê dinyayê û ji ber reng, kok anku ol ji kesekî din hez nake yan jî nefret dike. Mirov nefretê fêr dibe. Ev pênase li ser kîn û nefreta ku hinek nijadperestên tirk li hember penaberên sûrî nîşan didin, pêk tê. Ji ber ku kîn û nefreta heyî, ji ber siyastên nijadperest ên Erdogan in.

Rewşa lîreyê tirk yê binkeftî ku Tirkiye di aloziyeke aborî re derbas kir, hestên dijminatiyê yên hinek tirkan li dijî sûriyan zêde kir.

KUŞTINA BI ZANABÛN

Penaberên sûrî li Tirkiyê ne tu halî de ne. Nijadperestekî Tirk 3 ciwanên kurd şewitandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) detayên bûyerê eşkere kirin ku welatiyekî tirk beriya mehekê 3 ciwanên sûrî; Memûn El-Nebhan (23), Ehmed El-Elî (21) û Mihemed El-Biş (17) şewitandin.

Li gorî SOHR`ê, nijadperestê Tirk di 16`ê Mijdarê de benzîn li odaya ciwanan a li gundê Gûzelbahçê yê parêzgeha Izmîrê kir û agir pê xist. Lê ev bûyer di çapemeniya tirk de hate nixumandin.

Li gorî birayê qurbaniyekî komkujiyê, Ehmed El-Beş: “Bûyer li gundê Gûzelbahçê yê girêdayî Izmîrê pêk hat. Birayê min yek ji wan ciwanan bû. Bi wan re di werşeya çêkirina kevirê taybet ê peyareyan de kar dikir. Di 16`ê Mijdarê de di saetên berbanga sibê de, welatiyekî tirk benzîn li odaya ciwanan kir û agir pê xist. Di encamê de di nav de birayê min her sê ciwan şewitîn û mirin.”

Çavkaniyan piştrast kir ku tu nakokî di navbera ciwanan û nijadperestê Tirk de tune ye heta ku vê bûyera hovane pêk bîne.

`EZ Ê WAN SÛRIYAN BIŞEWTÎNIM`

Welatiyekî tirk ku îfade da polîsan wiha got: “Sûcdar beriya çend saetan ji bûyerê got ew ê biçe sûriyan bişewitîne.”

Ev bûyer ne ya yekemîn e. Lê xuyaye wê ne ya dawî be jî. Ji ber ku xîtaba nijadperestî li dijî sûriyan û kêmneteweyên din ên ne tirk zêde bûye. Di Tîrmehê de 7 kes ji malbateke kurd li Qonyayê herêma Meram a parêzgeha Qonyayê ji aliyê komeke faşîst veli hatin kuştin û piştî wê malê malbata kurd şewitandin.

Sûrî dibêjin nijadperestiya li Tirkiyê “hêdîka wan dikuje”. Li Tirkiyê mîna van bûyeran zêde bûye. Li gelek wîlayetên Tirkiyê li gel xemsariya hikumeta Tirkiyê ku sûcdaran bigirin, bûyerên nijadperestiyê rû didin.

Penaberên sûrî yên li Tirkiyê ji ber hestên dijminane yên li dijî wan zehmetiyan dikişînin û gelek binpêkirinên li dijî wan hatine kirin, hatin belgekirin.

SEDEM NIJADPERESTÎ YE

Têkildarî sedemên bûyera şewitandina her sê ciwanan lêkolînerê sûrî Dr.Ehmed El-Dirzî ji ajansa me re axivî û got: “Ev bûyer, sûcek e. Bingeha wê hesteke nijadperestî ya girêk e ku di civaka Tirkiyê de hatiye rûniştandin. Sedemên bingehîn ên vê bûyerê, hestên nijadperestiyê ne ku sûrî berpirsên aloziya aborî ya li Tirkiyê ne.”

NIXUMANDINEKE ÇAPEMENIYÊ DA KU MÎNA VAN BÛYERAN EŞKERE NEBIN

Ruxmî ku zêdetirî mehekê li ser bûyerê derbas bûye, lê tevî hovîtiya wê çapemeniya Tirkiyê behsê nekir. Ev jî gelek pirsnîşanan çêdike. Nexasim ku çapemeniya Tirkiyê bûyerên herî biçûk ên têkildarî sûriyan dişopîne.

Der barê vê yekê de El-Dirzî got: “Sedema vê yekê ew e ku naxwazin bûyerên di civaka Tirkiyê de rû didin, parçebûnên di hikumetê de çê dibin, bikaranîna Erdogan mijara penaberên sûrî eşkere bibin da ku rihetiyekê li cem penaberan çêkin.”

XEMSARÎ

Ruxmî ku bûyerên mîna vê zêde bûne, lê pergala Tirkiyê hesab ji sûcdaran naxwaze. Çavdêr diyar dikin ku desthilatên Tirkiyê sûcdarên van bûyeran danarzîne. Ji ber ku heke hesab ji tirkan hatiba xwestin, sûrî nedikuştin.

El-Dirzî sedemên hesabnexwestinê ji sûcdaran vegerand van sedeman: “Ya yekê, dadgeh naxwaze tevgerên provokatîv di civaka Tirkiyê de çê bibin. Dixwaze van bûyeran binixumîne da ku ji aliyê saziyên navneteweyî û hiqûqî ve neyê bikaranîn. Sedema din jî ew e ku dixwaze binkeftina danûstandina bi penaberên sûrî re heta ku dikare veşêre. Sedema sêyemîn jî girêdayî xwezaya Tirkiyê ye ku li ser îdeolojiyeke netewperest ava bûye.”

Di Tebaxê de li Enqereyê, tirk dikan û malên sûriyan xira kirin, piştî ku ciwanekî tirk bi kêrê hat kuştin.

Li rex wê Wezareta Hundirîn a Tirkiyê ferman da ku gelek malên sûriyan li taxa Altindag a li Enqereyê werin ruxandin. Di heman taxê de 11`ê Tebaxê bi hiceta malên bêserûber bûyerên tundiyê li dijî sûriyan pêk hatin.

`JI BER KU RASTIYÊ NIZANIN BINKEFTINA ABOÎ DIXIN STÛYÊ PENABERAN`

Têkildarî bandora vê nijadperestiyê li ser jiyana sûriyan, El-Dirzî got: “Dibe ku di pêvajoyên bê de mîna van bûyeran zêde bibin, dibe ku bi berdewamkirina aloziya lîreyê Tirk û tengavbûna rêbazên jiyanê re, asta wê zêde bibe. Wê li tiştekî bigerin ku hêrsa xwe derxin û wê bikin sedema aloziya ku tê re derbas dibin.”

Di dawiyê de lêkolînerê sûrî Dr.Ehmed El-Dirzî got ji bo penaber ji vê rewşa xilas bibin, divê vegerin Sûriyê. Lê di heman demê de destnîşan kir ku rewşa Sûriyê ji ber cezayan, siysaetên aborî yên ne rast, ji bo vegera penaberan ne guncew e û wiha pê de çû: “Ev yek hinekî dem dixwaze. Tiştek ji bilî derketina ji Tirkiyê li hember wan sûriyan tune ye, heta ku jiyan li Sûriyê ji berê baştir dibe.”

(şx)

ANHA