​​​​​​​2 hemwelatiyên din li Zirganê birîndar bûn

Di encama topbaranên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Zirgan û gundên wê 2 hemwelatiyên din ên ji Zirganê birîndar bûn, bi wê re îro 4 hemwelatîl birîndar bûn.

​​​​​​​2 hemwelatiyên din li Zirganê birîndar bûn
22 kanûn, 2021   21:22
HESEKÊ

Ji ber topbaranên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Zirgan û gundên wê, du hemwelatiyên ji Zirganê bi navên Beşîr Etêwî û Ebdulkerîm El-Hamid birîndar bûn.

Vê êvarê beriya demekê jina bi navê Fatme Elî Mehbûb (35) û Seîf Fetah ên ji Zirganê birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyên Dirbêsiyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bajarokê Zirganê, malên hemwelatiyan, gundê Dada Ebdal ê li bakurê rojavayê bajarokê Rebîat û Muheremê topbaran dikin.

(fr)

ANHA