ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2021
23 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 80'yî de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo şehîdên Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîda Delîl Sarûxan bi bîr tînin. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê û koçberkirina welatiyan e, da ku demografiya herêmê biguherin, lê berxwedan û israr garantiya têkbirina van siyasetan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kirin ku ew amade ne li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê gotin divê di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê” de asta tolhildan û serhildanê bilind bikin. Her wiha piştrast kir ku ew ê piştgiriya hemleyê bikin, heta ku azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Xebatên siyasî û dîplomatîk ku MSD û Rêveberiya Xweser di 2021`an de meşandine, bi naskirina fermî ji aliyê Katalonyayê ve û avakirina Rêveberiya Xweser li ser rêgezên felsefeya neteweya demokratîk, tacîdar bûn. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Dewleta Tirk a dagirker ku derban ji hêzên gerîla dixwe, kontrayên berê yên MÎT'ê û çeteyên DAIŞ'ê li gel hev aktif dike û hewl dide gelên Ereb û Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi wan çeteyan teslîm bigire.

KURDISTAN

- Malbatên gelek girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de diyar kir kiryarên desthildarên Tirk ên li dijî ciwanên wan, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi awayekî sîstametîk girtiyên siyasî dikuje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku girtina deriyên Pêşxabûr û Welîd katekî derexlaqî û dermirovî û piştrast kir ku ev biryar dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd û bandoreke neyênî li têkiliyên Kurdistanê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rîhan Loqo piştrast kir ku sîstema desthilatar, jinên siyasetmedar û çalakgerên hiquqnas ên ku serî ji siyasetên hakim re danaynin, asta berxwedan û xebata şoreşgerî bilind kirin, hedef digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê-şaxê Hesekê di çarçoveya çalakiya roja pêncşemê ya çandê semînerekê li ser                 "diyalog û nîqaşê" li Parka Xwendinê ya Hesekê dide. Saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi durişma "Na ji koçberiyê re" li avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê forumeke diyalogê bi rê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Eyn Îsa bi meşekê siyasetên PDK’ê yên tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA