Piştî kuştina çeteyan, balafirên keşfê li ser gundê Um El-Kêf digerin

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker, di van kêliyan de li ser gundê Um El-Kêf ê girêdayî Til Temirê ya Hesekê, digerin.

Piştî kuştina çeteyan, balafirên keşfê li ser gundê Um El-Kêf digerin
22 kanûn, 2021   11:18
HESEKÊ

Îro di saetên sibê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Um El-Kêf ê girêdayî Til Temirê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrişa dagirkeran dan. Di encamê de, şerekî giran li derdora gund rû da. Di encama şer de, du çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Um El-Kêf digerin.

ANHA