Rêveberiya Xweser roja şemiyê bi boneya Noelê wek betlane ragihand

Bi boneya cejna Noelê, hemû saziyên Rêveberiya Xweser roja şemiyê anku 25`ê Kanûnê, dê bikin betlane.

Rêveberiya Xweser roja şemiyê bi boneya Noelê wek betlane ragihand
22 kanûn, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist û tê de diyar kir ku ji bilî saziyên ku divê karê xwe rojane berdewam bikin, hemû saziyên din ên girêdayî Rêveberiya Xweser, roja 25`ê Kanûnê bi bonaye cejna Noelê dikin beltane.