Lêborîn û sererastkirin têkildarî nûçeya Salih Gedo

Ajansa me ji ber şaşiya di hevpeyvîna li gel sekreterê PÇDKS’ê Salih Gedo de, ji birêz Gedo û hemû xwendevanan lêborînê dixwaze.

Lêborîn û sererastkirin têkildarî nûçeya Salih Gedo
22 kanûn, 2021   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvîna me ya bi navê ‘Gedo: Girtina deriyên sînor xizmeta gelê Rojava û Başûr nake’ de ku duh hatibû weşandin, hin şaşî hebûn û birêz Salih Gedo ev şaşî tekzîb kirin.

Divê bê zanîn ku şaşiyên di wê nûçeyê de ne helwesteke saziyê ye, lê bele rewşeke munferîd e.

Her wiha divê ev jî bê zanîn ku hin aliyan ev şaşî îstîsmar kir û di ser vê şaşiyê re hewl didin ajansa me reş bikin. Me tu carî bi zanebûn û qestî nûçeyek berovajî nekir, dezenformansyon belav nekir û nûçeyên derew çênekirin û em çênakin jî. Çawa ku di hemû sazî û dezgehên weşanê de carinan şaşiyên wiha çêdibin, li gel me jî mixabin carinan tiştên bi vî rengî rû didin. Di demeke wiha de em li hember gel û xwendevanên xwe bi berpirsyarî tev digerin û xwe ji lêborînê û rastkirina şaşiya xwe nadin alî. Rastkirina şaşiyê, hem ji bo weşangeriyeke durist û exlaqî, hem jî li hember xwendevan û civakê helwesteke berpirsyariyê ye. 

Ji ber vê şaşiyê em careke din ji birêz Salih Gedo û hemû xwendevanên xwe lêborînê dixwazin.

ANHA