Di şerê li gundewarê Til Temirê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Di şerê li derdora gundê Um El-Kêf de, qewimî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di şerê li gundewarê Til Temirê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
22 kanûn, 2021   10:15
HESEKÊ

Îro di saetên sibê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Um El-Kêf ê girêdayî Til Temirê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrişa dagirkeran dan. Di encamê de, şerekî giran li derdora gund rû da.

Li gorî agahiyan, di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de, 2 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

ANHA