Bûyerên sala 2021'an ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê... bi wêne

Di sala 2021’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên girîng qewimîn. Di vê raporê de girîngtirîn wêneyên ku nûçegihanên ajansa me li herêmê kişandine, tên dayîn.

Bûyerên sala 2021'an ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê... bi wêne
22 kanûn, 2021   09:58
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

Jinek li nêzî deriyê sînor ê Sêmalkayê, li ser serê wê rengên kurdî pêçayî û nîşana serkeftinê dike. Di xwepêşandanekê de ku bi sedan kes li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re derketin, ev wêne hate kişandin.

Wêneya ku bi dronê hatiye kişandin, kêmbûna asta ava çemê Firatê ya li Sûriyê nîşan dide. Ev kêmbûn di encama sûcên dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk a dagirker avê wek çekekê li dijî Sûriyê û Iraqê bi kar tîne.

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Milîtan Cûdî, şerên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Tirk li bajarokê Eyn Îsayê bi rê ve dibe. Ev wêne di 21’ê Adarê de hate kişandin. 

Piştî ku balafireheke bêmirov a dewleta Tirk erebeya şehîd Yûsif Gulo û 2 neviyên wî kir hedef, bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn. 

Birca saetê ya li bajarê Kobanê di meha Gulanê de hate temamkirin.     

     

Ji kampên berxwedanê yên li Şehbayê, di vê wêneyê de diyar dibe ku şêniyên Efrînê, axa hişk veguherand bihûşteke kesk. Bi wê re israra wan di avakirina jiyanê nava êşê de û hêviya rizgarkirina herêmên xwe û vegerê eşkere dibe. 

Lîstikvanên tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê, piştî ku bi golekê li hemberî tîma Serêkaniyê bi ser ket, yekemîn xelata futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xist. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qonaxa yekemîm a projeya nûkirina rêya Ebyad a di navbera Cizîrê û Firatê de bi dirêjahiya 154 kîlometre û firehiya wê 14 metre ye, bi dawî kir. 

       

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê bi dehan welatiyên koçber diparêzin ku vegerin malên xwe yên li taxa Teyî, ew jî piştî rizgarkirina wê ji destê hêzên hikumeta Şamê. Ev wêne di meha Nîsanê de hate kişandin. 

Kampa Holê ya li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê ku tê de nêzî 70 hezar malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene, ji ber sûcên lê pêk tên, kampeke herî metirsîdar a cîhanê ye. Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatên pêwendîdar kir ku welatiyên xwe yên di girtîgeh û kampan de vegerînin an jî dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên li Sûriyê ava bikin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ava stasyona Elokê ji ser nêzî milyonek sivîlên bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kir. Ev wêneyê zarokan li bajêr piştî qutkirina avê hat kişandin. 

Di êrişeke li dijî sivîlan de, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li gelek herêmên cuda yên kantonên Cizîr, Firat û Şehbayê êrişî pêk anîn. Di encama êrişan de gelek sivîl şehîd bûn. 

Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn emeliyata dil kir. 

 (dx)

ANHA