​​​​​​​‛Di vê jiyanê de armancek me heye, çi qas dem dirêj bike jî em ê pêk bînin’

Bi hezaran çalakvan hewl didin tecrîda ku dagirkeriya Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, bişikînin. Wê yekê bi rêya çalakiyên xwe yên li tevahî cîhanê yan jî bi derketina li qadan pêk tînin da ku dengê xwe bigihîn cîhanê û wijdana mirovahiyê.

​​​​​​​‛Di vê jiyanê de armancek me heye, çi qas dem dirêj bike jî em ê pêk bînin’
22 kanûn, 2021   10:46
KOBANÊ

Li tevahî cîhanê çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî berdewam in.

Ji van çalakiyan, xwepêşandana girseyî ya li pêş avahiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, çalakiya protestoyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku di 25’ê Hezîrana 2012’yan de li dar ketine ku heta roja îro berdewam dikin, her wiha Komîteya Misirê ya Azadiya Rêber Ocalan pêngava "Komkirina îmzeyan ji bo azadiya Ocalan" li dar xist.

Her wiha ji Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Swêd, Yewnanistan, Brîtanya û Îtalyayê gelek akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, çalakger, aktor û çalakgerên tevgera jinan li bi rêya keştiyekê ji Lavrio ya Atînayê ber bi Napolî ya Îtalyayê ve ketin rê û ew çalakî bi dirûşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan û aştiya Kurdistanê ye" bû. Ew yek bi rasthatina salvegera 23’yemîn a çûna rêber Ocalan li Îtalyayê hat organîzekirin. Herî dawî jî çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li Kobanê ya bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" bû.

Endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê û yek ji organîzatorên konê çalakiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li Kobanê bû ku duh bi dawî bûye, wiha got: "Armanca me ji van çalakiyan tecrîda li dijî rêberê me were rakirin. Li pêş me di vê jiyanê de armancek heye û çiqas dem dirêj bike em ê pêk bînin, ew jî azadiya fîzîkî ya rêbertî ye. Rêbertî bi fikirê xwe azad e û îro fikirên wî me ber bi bejahiya ewlehiyê ve dibin."

Li aliyekî din jî Narîn Demir ji bo konê çalakiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de wiha got: "Em îro ji bo rêber Ocalan li vir kom bûne ku tecrîda li dijî wî hatiye birîn şermezar bikin. Heke me ji xwe pirsî, çima em ewqas bi xurtî hewl didin rêberê xwe azad bikin, berisva hêsan e û ew e ku tevahî dizanin ku biçûkên me beriya mezinên me xwe spartine fikir û felseya rêbertî. Ji lew re û ji bin konê çalakiyê de bang li tevahî gelên herêmê dikim ku derkevin qadan ku ev tecrîd bi dawî bibe."

Piranî dipirsin ku çima gelên herêma Rojhilata Navîn hewl dide rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe û ji bona wî ew çalakî tên lidarxistin û derdikevin qadan û li pêş navendên rêxistinên hiqûqî protesto dikin.

Yek ji çalakgerên konê azadiyê ya li Qada Şehîd Egîd Mistefa Sedîq wiha got: "Em deyndarê rêbertî ne, rêbertî di van hemû salan de li girtîgeha Tirk a faşîst derbas dike, em jî jî vîna xwe ya azad bi hemû hêza xwe nîşan didin. Rêbertî em fêrî wteya jiyanê kirin, bi saya wî me nirxê vê xakê zanî. Em gelekî winda bûn û rejîmên faşîst ên herêm kontrol dikirin li gorî berjewendiyên xwe dikirin, lê piştre rêbertî hat û hîma jiyanê bi fikirê xwe şikand û em azad kirin."

Şewket Mexarî jî wiha axivî: "Rêberê me ji tevahî rêberên cîhanê cudatir e, ew rêberê aştî û azadiyê ye. Bi fikirê xwe yê azad tevahî pêkhate di bin banekê de li hev civandin. Em amade ne her tişt ji bo wî bikin ku banga mirovahiyê dike û îro ew di tecrîdê de ye. Em ji vir ji dewletên komploger re dibêjin êdî bes e ji tarîtiyê re, dem dema azadî ye û demê tarîtiyê çû."

(fr)

ANHA