Kurdiyar Dirêî: HPG û YJA Star pêşengiya têkoşîna Kurdan dikin

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî  got “Berxwedana HPG û YJA Starê pîroz e” .

Kurdiyar Dirêî: HPG û YJA Star pêşengiya têkoşîna Kurdan dikin
22 kanûn, 2021   00:35
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. HPG û YJA-Star bi berxwedana xwe hişt ku dewleta Tirk a dagirker artêşa xwe ji hin herêman vekişîne. Tevî ku li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê teknîkeke pêşketî û çekên kîmyewî bi kar anîn jî, gelek derbe xwarin.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî da zanîn ku ji destpêka avabûna dewleta Tirk a dagirker anku serdema Kemal Ataturk ve, doza gelê Kurd ji bo dewleta Tirk bûye fobiyek.

Kurdiyar Dirêî da xuyakirin ku dema tevgera azadiyê anku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şerê çekdarî da meşandin, di nava dewleta Tirk de hevpeymaneke nîjadperest çêbû û wiha dom kir: “Dixwazin xewnên ji bo têkbirina Kurdan pêk bînin, bi van kirinan dewleta Tirk dema behsa mafê mirovan û demokrasiyê dike, derdora xwe dixapîne, ji ber ku li dijî gelê Kurd êrişên bênavber didomînin.”

Kurdiyar Dirêî wiha axaftina xwe dewam kir: “Sedsaliya Lozanê bi dawî dibe, bi pêşengiya tevgera azadiyê û PKK’ê sedsala nû dê sedsala gelê Kurd be. Dewleta Tirk ji vê yekê ditirse, ji ber ku hesaban li dijî tevgerên eşîrî nake, hesaban li dijî tevgera azadiyê dike.”

‘BI HÊZA TEVGERA AZADIYÊ GELÊ KURD XURT MAYE’

Kurdiyar Dirêî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji tevgera azadiyê ditirse, lewma gelek navan li êrişên xwe dike, lê encaman jî nagire û îro gelê Kurd tevî hemû êşan jî li ser xwe maye. Dirêî bal kişand ser berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA Star) û wiha got: “Berxwedana wan dîrokî ye.”

Kurdiyar Dirêî got: “Di serdemekê de ku cîhan dibêje şerê çekdarî bê sûd e, îro roj HPG ji cîhanê re dide xuyakirin ku çi qasî dewleta Tirk teknîka pêşketî bi kar bîne jî, derbeyên herî giran ji HPG`ê dixwe.”

Kurdiyar Dirêî got da ku dewleta Tirk têkçûna xwe ya li hemberî tevgera azadiyê binixumîne, gelek propagandayan dike û wiha dewam kir: “Her dem dibêje me tevgera azadiyê têk bir. Heke em li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk biçin, em ê bêjin îro roj gelê Kurd tev de qir bûye. A rast, dewleta Tirk a dagirker wek şerê cinawiran dike û xwe bi vê yekê jî dixapîne. Têkçûna dewleta Tirk ji bo hemû gelên bindest û her çar parçeyên Kurdistanê serkeftinek e. Ên ku pêşengiya gelê Kurd dikin, HPG û YJA Star in.”

Têkildarî têkildarî rol û hebûna HPG û YJA Starê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku hebûna wan parastina hemû destkeftiyên Kurdistanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet ji bo federaliya Başûrê Kurdistanê ye. Heke HPG nebûya û li hemberî êrişên dewleta Tirk ranewestiya, ew ê dewleta Tirk bigota cil û berg û stranên kurdî yên li Başûr jî li dijî ewlehiya min a neteweyî ne. Niha tevgerên li Başûr bera nava hev dide, ji hev vediqetîne û herî dawî ev yek di nava YNK`ê de kir.”

‘HÊVIYA GELÊ KURD JI HPG Û YJA STARÊ YE’

Kurdiyar Dirêî zanîn ku HPG û YJA-Star bi roleke sereke radibin û hêviya gelê Kurd ji hêza wan e. Dirêî bal kişand ser rola pêşmergeyan a li hember HPG`ê û wiha got: “Pêşmergeyên ku her dem li çiyayên Kurdistanê bûn, îro bûne leşkerên di nava bajaran de û doza gelê Kurd li cem wan hatiye tengavkirin.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gerîlayên HPG`ê li ser fikrekî ku bê navber tê dikoşin û li pey doza gelê Kurd û mirovahiyê ne. Rola HPG û YJA Starê gelekî girîng e, hêviya me bi vê berxwedanê mezin e, berxwedana wan pîroz e, bersiva wan a li dijî faşîzma dewleta Tirk di cihê xwe de ye. Em dibêjin sibe sibeha azadiyê ye.”

ANHA