Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin

Strana "Awazên Wendayî"ya bi 6 zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hat pêşkêşkirin.

Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
Li Tebqa strana "Awazên Wendayî" hate pêşkêşkirin
21 kanûn, 2021   20:50
TEBQA

Klîba "Awazên Windayî" bi 6 zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; kurdî, erebî, suryanî, çerkesî, ermenî û tirkmenî ye. Amadekariyên vê klîbê salekê dewam kir.

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Tebqa, nûnerên rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û nivîsgehên jinan, cara yekemîn e strana "Awazên Wendayî" tê pêşandan.

Derhênerê stranê Bêkes Darî bi 6 zimanên erebî, kurdî, suryanî, ermenî, çerkesî û tirkmenî bi xêrhatina beşdaran kir.

Dûvre belgefîlmek bi dema 30 deqeyan li ser amadekirina derxistina klîba "Awazên Wendayî" hate pêşandan.

Piştre stranê ku nûnertiya tevahî gel û pêkhateyên herêmê dike û bi 6 zimanên kurdî, erebî, suryanî, çerkesî, ermenî û tirkmenî ye hat pêşandan.

Gelek axaftin hatin kirin, tê de spasiya her kesên ku ev xebat bi serxistiye hat kirin û hêviya serkeftinê hat xwestin.

Ev stran ji awaz û gotinên mîras û folklora gel a pêkhateyên herêmê ye. Derhêner û amadekar Delîl Mîrsaz û Bêkes Darî ne. Hunermendên beşdarî stranê bûne ev in; Melek Yetîm, Yasmîn El-Esker, Şadî Serhan, Munellah Tamê, Delîl Mîrsaz, Elî Dawûdî, Efrîn Enwer Bîlal, Sîmav Darî, Mîlad Hebîb Somî, Mistefa Mihemed El-Elî, Sîdra Demircî, Hovîk Kêvork, Zeyneb Îshaq, koma Yarsona ya Suryan, koma Biroz a Çerkes, koma Reqa ya hunerên gel, koma Tebqa ya hunerên gel û Komîna Govenda Rojava.

Çavdêriya mûzîkê Mehmûd Berazî, belavkirin Serxwebûn Zeyno, lêdana tembûrê Mihemed Bilko, zirne Heval Hozan, kors Nesrîn Botan, SumeyaSerêkaniyê, Çîmen Osman, Sîmav Darî, Hozan Wezîr, Îvan Mihemed, Yûsif Osman, Demhat Kor, Delîl Mîrsaz û Evîn Enwer Bîlal.

Gerînendeyê  dîmenkêş Roder Hebîb e û alîkarê dîmenkêşiyê yê yekemîn Mihemed Mûse û Hesen Xemgîn û alîkarê dîmenkêşiyê yên duyemîn Jêma Hesen.

Piştperdeyê; Maya Biro, foto; Hesen Xemgîn, dîmenkêşê dronê Semîr El-Şiîr û Yasir El-Salim û alîkarê dîmenkêşê dronê; Ebdullah Şêxo, rakêş; Ronîn Roder Hebîbî, prodeksyon; heval Gulîstan, Elî Elaya û Bêkes Darî.

Senaryo; Delîl Mîrsaz, montaj; Roder Hebîb û derhêner Delîl Mîrsaz.

Di dawiya pêşandana stranê de, navendên ku beşdarî vê xebatê bûne  hatin xelatkirin, ew jî ev in; Navenda Minbicê ya Çand û Hunerê, Komeleya Çerkes a Xêxwazî ya Çandê, Navenda Tebqa, Mîrasa Tebqa, Navenda Reqa, Koma Reqa, Komeleya Suryan, Komîna Govenda Rojava, Navenda Çiyayên Kurmênc a Şehba, navenda Cemîl Horo ya Helebê, koma Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, Hunergeha Şehîd Welat. Her wiha hunermendên beşdarî stranê bûne jî hatin xelatkirin.

Bêkes Darî spasiya tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, ku di serketina vê xebatê de bûne alîkar.

(fr)

ANHA