Girtîgehên dewleta Tirk bûne morg!

Girtîgehên dewleta Tirk bûne morg!
22 kanûn, 2021   02:47

RAUF KARAKOÇAN

Ev demek e sîstema darazê ya dewlet Tirk hilweşiyaye. Em bi Tirkiyeyekê re rû bi rû ne ku baweriya bi edaletê lê nemaye û yên li mafên xwe digerin jî bêhtir mexdûr dibin. Cihên ku bêhiqûqî herî zêde lê zêde ye, bê guman girtîgeh in. Ferqa şert û mercên cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê nemaye. Li korîdorên zîndanan êdî zext û îşkenceyeke bêhtir namerd û sîstematîk heye.

Girtîgeh bo her cure pêkanînên kêfî kirine cihê ceribandinê û girtiyên înfazên xwe qedandine jî bi hincetan nayên derxistin. Li zîndanan ku girtiyên nexweş heta nefesa xwe ya dawîn tên ragirtin, ji mafên xwe yên tenduristiyê bê par tên hiştin, heta derman nayên dayîn û êdî gelek caran tabût jê derdikevin. Kesên ku di hundir de tên ragirtin, ji bo ku jiyana xwe ji dest bidin, rêbazên taybet li ser wan tên meşandin. Îfadekirina pêkanînên bi vî rengî wek 'binpêkirina mafan' têrê nake û nikare vê zilm û hovîtiya rave bike.

CEZA LI GORÎ SÛC NA, SÛC LI GORÎ CEZA TÊ ÇÊKIRIN

Rejîma Erdogan a dîktator tolê ji hezaran girtiyên Kurd ên li zîndanan hildide. Desthilata faşîst ku di operasyonên tunekirinê yên li her dera Kurdistanê de encam negirt û bere xwe da girtiyan. Divê mirinên li zîndanan weke bûyerên asayî neyên dîtin.

Jixwe tê zanîn ku girtin kêfî û ne hiqûqî ne. Her wiha rastiyek e ku mirovên bi operasyonên qirkirina siyasî tên girtin, darizandineke adîl ji wan re çênabe. Mafê parastinê tê sînordarkirin an jî astengkirin. Dosyayên hin kesan tên astengkirin, hin jî delîlên wan hatine reşkirin. Cezayên ku li dadgehên li gorî îfadeyên şahidên veşartî û delîlên sexte didin, şêweyê biryarên newekhev ên hiqûqê ne û wijdanan diêşînin. Dadger û dozger jixwe bûne xizmetkarên desthilatê, dozên siyasî ji qada hiqûqî derxistine. Ceza li gorî sûc na, sûc li gorî ceza çêdikin.

Ji serdema cînayetên 'faîlî meçhûl' derbasî serdema cînayetên bi rêya qeyûman bûne. Ne tenê qetilkirina mirovan, her biryara li ser navê hiqûqê hatiye dayîn, bi serê xwe cînayeteke hiqûqî ye. Saziyên înfazê ji bo Kurdan wekî morgan in.

ZILMEKE NEDÎTÎ

Zîndana yekkesî ya Îmraliyê yek ji wan cihan e ku hiqûqa neteweyî û navneteweyî lê naxebite. Şert û mercên tecrîda giran a bi salan girantir dibe. Ji ber ku li cihê bêhnvedanê diaxive, cezayê hucreyê yê yekkesî lê tê birîn. Zilmeke nedîtî heye. Şert û mercên ragirtinê yên rêberê gelê Kurd, şert û mercên sîstema îşkenceyê ne.

Pêkanînên kêfî yên li Îmraliyê dest pê kirin û her ku diçe belavî qadên din dibin. Li ser girtî û hikûmxwaran pêkanîn û cezayên ku hevtayê wan di qanûnan de tune ye, tê ferzkirin. Dema ku rêbazên bêrûmetiyê ên mîna lêgerîna tazî dest pê kir, rayedarên dewletê di nava înkarê de bûn. Lê îro bûne pratîkên hevpar. Em pêkanînan bidin aliyekî, mirovên qaşo di bin parastina wan de ne, yên di navbera çar dîwaran de ne, dikujin û bi awayekî bêhiqûqî înfaz dikin.

Bûyera Garîbe Gezer mînaka vê ya herî berbiçav e. Tacîz û tecawiz jî di nav de, bi êrişên herî kirêt girtiya jin kuştin, bi ser de jî heqaret li cenazeyê wê kirin. Jiyana girtî û hikûmxwarên ger li ber rehma van bê hiştin, di her kêliyê de metirsî heye. Li girtîgehan polîtîkayên taybet ên desthilata faşîst serdest in.

GIRTÎGEH NEYNIKA TIRKIYÊ NE

Yên ku bi salan e bêyî darizandin di girtîgehan de tên ragirtin, rehîneyên siyasî û yên bi hezaran girtiyên jiyana wan hatiye dizîn; kiryarên li dijî wan ji bo tolhildanê ne. Dîktator Erdogan tolê ji hemû kesên li dijî xwe hildide û dixe girtîgehê û vê yekê li ser navê hiqûqê dike. Jin û zarok, mirovên pîr, mirovên xwedî pirsgirêkên fîzîkî yên pêwîstiya wan bi xwedîkirinê heye, mirovên ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tibî nikarin li girtîgehê bimînin, bi xezeba vî dîktatorî re rû bi rû mane.

Girtîgeh neynika Tirkiyê ne. Tiştên li wir diqewimin sûcên dermirovî ne. Sûcên wan bûne sîstema hiqûqê. Li ser bingeha sûcên hatine eşkerekirin jî, divê dîktatorê faşîst li ser desthilatê nemîne. Ev hikumet li ser navê siyasetê, li ser navê olê û ji bo çi navî çi dike bila bibe, kiryarên wî zilm e, bêexlaqî ye.

Kurdê elewî dubare têne çewisandin û Kerbelayeke din tînin serê wan. Bêrûmetiya li hember cenazeyê dayika Aysel Tugluk jin bîr nebûye. Tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe jî, ragirtina li hundir êşa wê girantir dike. Seyîd Riza beriya 83 salan gotibû, 'Em ewladên Kerbelayê ne, bê guneh in, şerm e, guneh e, zilm e, cînayet e'.

Îcar ji wê demê û bi vir ve çi guherî? Para Kurdan dîsa zilm e, dîsa qirkirin e. Desthilatdar bêhtir bê wijdan û bê rehm in, bêhtir derewan dikin, durû ne û hewl didin bêhtir xwînê birijînin.

Ji bo kesên ku li hember vê zilmê bê deng dimînin û serê xwe jê re ditewînin, em bi gotineke Albert Camus bang bikin; “Tu tişt ji hurmeta ji ber tirsê kirêttir nîn e.”