​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser Zirganê daxuyanî da

 Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên li ser Zirgan û Til Temirê daxuyanî da û got, di êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 10 birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser Zirganê daxuyanî da
21 kanûn, 2021   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

"Ji demeke dirêj ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin. Bi van êrişan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Artêşa Tirk êvara roja Sêşemê 21'ê Kanûnê bi hemû cûreyên top, obîs û moşekan bajarok topbaran kir. Derdora 30 top li bajarokê ketin. Di encama topbarana hovane  de ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan, mêrekî bi teman û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn.  Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van kiryarên bi sûc ên li dijî şêniyên me yên li bajarokê Zirganê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî wehşiyeta dewleta Tirk û leşkerên wê bisekine û herkîna xwîna sivîlan rawestîne."

ANHA