Zîlan Til Temir: Em nahêlin dagirker axa me talan bike û gelê me koçber bike

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zîlan Til Temir soza parastina şêniyên herêmê da û got: "Li dijî her êrişekê em amade ne bersivê bidin. Em nahêlin dagirker axa me dagir bike û gelê me koçber bike."

Zîlan Til Temir: Em nahêlin dagirker axa me talan bike û gelê me koçber bike
22 kanûn, 2021   01:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zîlan Til Temir êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê û gundewarê wê nirxandin.

Zîlan Til Temir wiha axivî: ”Li navçeya Til Temirê û gundewarê wê gelek pêkhate hene. Li vir ne tenê gelê Kurd heye, di heman demê de Ereb, Asûr û Suryan jî hene. Niha bajar aram e.”

Zîlan derbarê şer û êrişên li dijî Til Temirê pêk hatine de got : “Ji destpêka şoreşê ve, gelek şer li Til Temirê rû dan, Gelê wê jî li hember wan li ber xwe da. Êdî gelê me fêrî vê rewşê bûye. Nexasim ku dewleta Tirk amadekariya êrişeke din a li dijî Til Temirê dike û sewqiyatên xwe li ser sînor kom dike.”

Zîlan Til Temir destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişî gundên Til Şenan, Derdara, Til Cuma û Til Kêfçî dike û wiha domand: “Di van gundan de pêkhateyên cuda tên hedefgirtin. Li Til Cumayê Asûr û li Dirdarayê Ereb li hember van êrişan li ber xwe didin. Di vê dawiyê de dewleta Tirk gundên Dirdara, Til Şenan û Guzeliyê û Til El-Leben dan ber topan û hewl dan dagir bike. Her wiha bi dijwarî gundê Til Şenan topbaran kir da ku şêniyan bitirsînin.”

Zîlan Til Temir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker cihên stratejîk ên li herêmê dike hedef û got: “Li gorî qanûnên navneteweyî ew sûcên şer in. Ji ber ku di encama wan êrişan de, tora kehrebeyê gelek zirar dît û qut bû, av li şêniyên herêmê qut bû. Dagirker ne tenê êrişî nuqteyên leşkerî dikin lê belê sivîlan dike hedef.”

Zîlan wiha pê de çû: “Divê dewleta Tirk fêm bike ku vîna şêniyên Til Temirê xurt e. Ew li ber xwe didin û ruxmî êrişan li ser axa xwe ne. Mirov nikare rastiya ku ev ax milkê wan e înkar bike. Berxwedana vî gelî berdewam e û nîşan dide ku dikare li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide. Li Til Temirê jin û mêr tax û kolanên xwe diparêzin.”

Zîlan Til Temir da zanîn ku helwesta Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar e û dê gelê xwe biparêzin û amade ye li hember hemû êrişan bisekine û dê nehêlin dagirker ax û milkên gel talan bikin û koçber bibe.

Di dawiyê de fermandara Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zîlan Til Temir got: “Em ji gelê xwe re dibêjin, teqez em ê bi serkevin ji ber ku gel piştevanê me ye. Em nahêlin dagirker axa me dagir bike. Em derbasî qonaxeke din bûn û em soz didin gelê xwe ku serkeftinên mezintir bi dest bixin.”

(şx)

ANHA