Yûnis: Êrişên li ser Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ye

Telat Yûnis diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got, hêzên garantor berpirsên encamên van êrişan in.

Yûnis: Êrişên li ser Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ye
22 kanûn, 2021   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê ji nuqteyên xwe yên li gundên Bab El-Xêr û Dawudiyê yên dagirkirî, gundên Esediyê, Rebîat, Mehermle, Til Emîr, Mezra, Til Werd, taxên rojavayê bajarokê Zirganê û sûka wê ya navendî  bi dijwarî topbaran dikin. Di encamê de 3 welatî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn.

Têkildarî van êrişan, Heveserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser navçeya Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Yûnis got: "Ev êrişên terorist berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ye."

Telat Yûnis destnîşan kir ku armanc ji van êrişan dagirkirina herêmên din ên ewle ye. Her wiha bêdengiya Rûsya û Amerîka yên garantor ên li hemberî êrişên Tirkiyê şermezar kir û got: "Divê dewletên garantor erka xwe bi cih bînin û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me yê berxwedêr pêk tîne, rawestînin."

Yûnis anî ziman ku gelê herêmê wê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne û berxwedana xwe xurt bike.

ANHA