ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2021
20 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 77'an de li Sêmalkayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Pêkhateyên Tirbespiyê li gundê Dirêcîkê sersaxiyê ji malbata şehîd şehîd Şervan Şedadê re dixwazin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Yekitiya Parêzeran  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku mana çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de pirr xeter e û got, divê hemû welat û rêxistinên hiquqî dadgeheke navneteweyî ava bikin, dewletan neçar bikin ku hemwelatiyên xwe werbigirin û hesab ji dewletên piştgiriya terorê dikin, bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê karûbarên Sûriyê û Tirkiyê ya Saziya Maat a Aştiyê Mihemed Muxtar da zanîn ku destwerdanên derve nexasim destwerdanên dewleta Tirk li herêmê û xeteriya terorê li ser Ereb û Kurd ferz dikin ku bibin yek û got, ev yekitî yekitî û serweriya welatan diparêze û rê li ber parçebûnê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Heta ku serokê ENKS`ê Siûd El-Mele di daxuyaniyên vê dawiyê de dewleta Tirk dijminê Kurdan nîşan dabe jî, girêdana wê ya bi dewleta Tirk a dagirkir re hate eşkerekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên li Kampa Vegerê ya kantona Şehbayê li hemberî zehmetiyên heyî û êrişên dewleta Tirk berxwedanê mezin dikin û got bi rihê jinên azad û berxwedêr dê Efrîn rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Silava Silêman diyar kir ku armanca hevîdtinên wan ên bi rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê re ew e ku têkiliyan bi jinên Kurd û jinên li ser asta herêmî û cîhanê de xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA