Hevserokê Yekitiya Parêzeran: Hebûna çeteyan bêyî darizandin xeteriyeke mezin e

Heverokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku mana çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de pirr xeter e û got, divê hemû welat û rêxistinên hiquqî dadgeheke navneteweyî ava bikin, dewletan neçar bikin ku hemwelatiyên xwe werbigirin û hesab ji dewletên piştgiriya terorê dikin, bixwaze.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran: Hebûna çeteyan bêyî darizandin xeteriyeke mezin e
20 kanûn, 2021   02:48
REQA-EHMED ESAF

Hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên QSD`ê de cihê fikarê ye, nexasim ku gelek caran hewl dan ji girtîghan birevin û di hundirê girtîgehan de tevliheviyê derdixin, her wiha hin ajande di serî de dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê ji nû ve li Sûriyê bi rêxistin bikin.

Beriya niha çavdêran hişyariya li ser danerizandina çeteyan kiribû, nexasim danerizandina çeteyên biyanî ku dewlet vegera wan a li welêt asteng dikin an jî dadgeheke navneteweyî ji bo wan ava nakin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Mişlib Tirkan axivî û got: "Mayîna çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo hemû herêman, di serî de li ser qada aborî û ewlehiyê xeter e. Em hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya mezin a kombûna çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê hîs dikin."

Mişlib Tirkan hebûna çeteyan wekî bombeya li ber teqînê bi nav kir û got, hem ji wan re hem ji cîhanê re xeteriyeke mezin çêdike.

Mişlib Tirkan da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hebûna çeteyan bifikar e, nexasim piştî geşedanên dawî yên li herêmên bakurê Iraqê û wiha dewam kir: "Çeteyan êrişî herêmên bakurê Iraqê kir û rêxistina xwe careke din ava kir, ji lew re mumkin e ku sîronê Sûriyê jî bin pê bikin û dîsa xeteriyê li ser herêmê çêkin."

Parêzer bal kişand ser barên giran ên Rêveberiya Xweser radike û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser ji rewşa girtîgehan hayedar e, xwarinê ji çeteyan re dabîn dike. Rojane bi milyonan li çeteyên di girtîgehan de û li malbatên di kampan de, xerc dike."

Tirkan destnîşan kir ku civata navneteweyî têkildarî dosya çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de bi erka xwe ranabe, dadgheke navneteweyî ava nake û zextê li dewletan nake ku hemwelatiyên xwe yên çete werbigirin.

Parêzer Tirkan banga hesabxwestina ji dewletên piştgiriya terorê dikin, di serî de dewleta Tirk kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji destpêka avakirina çeteyan ve, dewleta Tirk di piştgiriya çeteyan de bi roleke mezin radibû. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca zindîkirina rêxistina DAIŞ`ê ye."

(eh)

ANHA