‛Hevbendiya Ereb-Kurd yekitî û serweriya welatan diparêze'

Lêkolînerê karûbarên Sûriyê û Tirkiyê ya Saziya Maat a Aştiyê Mihemed Muxtar da zanîn ku destwerdanên derve nexasim destwerdanên dewleta Tirk li herêmê û xeteriya terorê li ser Ereb û Kurd ferz dikin ku bibin yek û got, ev yekitî yekitî û serweriya welatan diparêze û rê li ber parçebûnê digire.

‛Hevbendiya Ereb-Kurd yekitî û serweriya welatan diparêze'
20 kanûn, 2021   05:11
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Lêkolînerê karûbarên Sûriyê û Tirkiyê yê Saziya Maat a Aştiyê Mihemed Muxtar got, êdî hevbendiya Ereb-Kurd li ser  asta herêma Rojhilata Navîn pêwîstiyek e, nexasim digel astengî û xeteriyên li hember herêma Ereb û destwerdana dewleta Tirk û Îranê li herêmê ku gefan li ewlehiya neteweyî ya gelek dewletan dixwin.

Muxtar ji ajansa me re wiha got: "Hikumeta Tirkiyê li Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên Kurd û Ereb hedef digire û demografiya herêmê diguhere. Ev jî binpêkirina peymanên navneteweyî ne. Di heman demê de hikumeta Îranê jî destekê dide zêdetirî 100 komên çekdar da ku ewlehiya neteweyî ya dewletan li ser hesabê ewlehî, aştiya herêmê û naventeweyî û li ser hesabê jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de têk bibe. Ji lew re pêdiviya me ji her demê zêdetir bi hevbendiyeke Ereb-Kurd heye."

Muxtar diyar kir ku êdî yekitiya Ereb-Kurd bû pêdiviyek, ji ber ku li herêma Rojhilata Navîn pirsgirêk hene ku gefan li gelên herêmê dixwin.

Muxtar têkildar destwerdanên derve li herêmê got, pêdiviya pêkhateyên Kurd-Ereb bi hevgirtinê heye ku li hember wan astengiyan bisekinin.

‛DEWLETA TIRK GEFAN LI ETNÎKÊN ROJHILATA NAVÎN DIXWE’

Mihemed Muxtar teqez kir ku ji bo sekna li hember berjewendiyên dewleta Tirk ên li herêmê nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstî bi hevkariyê heye û wiha domand: "Ji ber ku dewleta Tirk bi rêya destwerdana leşkerî ya yekser çi li Iraq an jî bakurê Sûriyê dibe yan jî bi piştgiriya komên çete dibe gefan li tevahî etnîkên çandî yên li Rojhilata Navîn dixwe da ku wan etnîkan têk bibe ku pirrengiya çanda Ereb-Kurd di nava xwe de dihewîne. "

Muxtar bal kişand ser dema dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve û wiha pê de çû: "Wî bajarî rengên xwe yên çandî winda kirin, tevahî etnîkên gel hatin têkbirin û demografiya herêmê hat guhartin. Ew jî armanca sereke ya dewleta Tirk e. Tu kes ji wêranî û xirabiya ku hikumeta Tirk û komên wê yên çekdar pêk tîne nafilite, ew hewl didin tevahî pêkhateyên mezhebî û olî têk bibin, mînaka wê jî sûcên li dijî êzidiyên li Sûriyê û li hin parçeyên Iraqê ye."

‛LI HEMBERÎ XETERIYA TERORÊ HEVKARIYA KURD-EREB PÊDIVIYEKE'

Mihemed Muxtar îşaret pê kir xeteriya terorê û tundrawê xebatên geşkirina mayînde û bidestxistina ewlehî û aştiyên herêmê qels dikin û got, li hemberî xîtabên nefretê yên ku civakan wêran dikin nexasim li dijî civakên Iraq û Sûriyê divê têkoşîn bê kirin.

Muxtar destnîşan kir ku pêdiviya sekna li hember terorê bi hevkariya Kurd-Ereb heye û ev tişt got: "Her kes mezinahiya wêran û xerabiyê ku komên terorist nexasim DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyê pêk anîne, dizanin. Di demeke kurt de DAIŞ’ê gelek kêmneteweyî olî têk birin û gelek cihên olî wêran kirin. Di heman demê de xîtabên nefretê yên li dijî jiyana hevbeş a li herêmên ku tê de Ereb û Kurd hene bilind bûn. Hevkarî û koordîna dikarin dawî li van sûcan bîne."

‛HEVGIRTIN Û NÊZBÛNA DI NAVBERA GELAN DE DESTEKÊ DIDIN ARAMIYÊ’

Mihemed Muxtar eşkere kir ku parastina têkiliya baş û hevkariya hevbeş a di navbera gelên herêma Rojhilata Navîn de çi Kurd an jî Ereb an jî pêkhateyên çandî yên din dibe destekê dide geşkirina demokrastiyê û bi vê yekê pirsgirêkên siyasî û aborî bi rêya diyalog û hevkariya hevbeş tên çareserkirin

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştiyê piştrast kir ku hevgirtin û nêzbûna di navbera gel, entîk û kêmneteweyan de nexasim olî û mezhebî piştevaniya aramiyê dikin û fikirên demokrasiyê bi rêya çareserkirina pirsgirêkan xurt dikin. Ew yek bi rêya diyalog û hevkariyê ji dêvla tundî û tundrawê pêkan e.

‛YEKITIYA KURD-EREB PARASTINA YEKITÎ Û SERWERIYA WELATN DIKE’

Mihemed Muxtar eşkere kir ku yekitiya Ereb-Kurd û demokrasî du armancên hevgirtî ne da ku hêzeke mezintir bidin gel ku mafên xwe biparêzin û got: "Di heman demê de li hember berjewendiyên navneteweyî yên xwe dispêrin gelek hêzên herêmê ku berjewendiyên xwe li ser hesabên mafên gelên herêmê fireh bikin rêbazek e."

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştiyê Mihemed Muxtar wiha dawî li gotina xwe anî: "Hevkariya Ereb-Kurd dikarin serwerî û yekitiya welat biparêzin û rê li ber parçebûnê bigirin.

(fr)

ANHA