Ji ber astengkirina filmê ‘Ji bo Azadiyê’ filmekî din ji mîhrîcanê  vekişiya

Piştî ku duh di 5’emîn mîhrîcana filman a Silêmaniyê ya navneteweyî de pêşandana filmê ‘Ji bo azadiyê’ hate astengkirin, weke berteka li dijî astengkirina filmê ‘Ji bo Azadiyê’ piştî filmê ‘Dema Dirîreşkan’ belgefilmê Ronak jî ji mîhrîcanê vekişiya.

Ji ber astengkirina filmê ‘Ji bo Azadiyê’ filmekî din ji mîhrîcanê  vekişiya
19 kanûn, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû ku duh di saet 22.00’an de di 5’emîn Mîhrîcana Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de filmê ‘Ji bo Azadiyê’ bihata pêşandan. Lê pêşandana filmê ji aliyê çavdêrên mîhrîcanê ve hate rawestandin.

Di 5’emîn Mîhrîcana Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de pêşandana filmê ‘Ji bo azadiyê’ hate ragirtin. Piştî ragirtina filmê, Komîna Fîlm a Rojava bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber mîhrîcan ne platformeke çandî ya azad e, ew filmê ‘Dema Dirîreşkan’ ji mîhrîcanê dikişin.

Li dijî vê astengiya li pêşiya filmê ‘Ji bo Azadî’ belgefilma Ronak jî ji Mîhrîcana Filman a Silêmaniyê vekişî.

Hilberînkarên belgefilma Ronak bi peyamekê vekişîna xwe ji mîhrîcanê ragihand.

Di peyamê de wiha tê gotin:

 “Li ser navê xebatkarên belgefilmê Ronak weke helwestekî li hemberî astengkirina pêşandana filmê ‘Ji bo Azadî’ me biryar da ku ji 5. Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî vekişin.”

Belgefilm li ser çîroka jiyana Ronak Murad e. Ronak Murad di sala 1965’an de li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Helebê. Piştre agahiya wî li ser Têkoşîna Gelê Kurd çêdibe û tevlî berxwedana gerîla dibe. Di nava têkoşîna xwe de 10 romanan dinivîse.

Belgefilmê Ronak li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Bawer Ogurlu ve hatiye hilberandin û biryar bû îşev di saet 18.00’an de were pêşandan.