Li girtîgehên dewleta Tirk girtiyeke din ê Kurd jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi navê Vedat Erkmen ku cezayê heta hetayê û 374 sal ceza lê hatiye birîn, li hucreyeke Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehên dewleta Tirk girtiyeke din ê Kurd jiyana xwe ji dest da
20 kanûn, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet derdora 21:00`an rêveberiya girtîgehê li malbata Erkmen geriya û îdia kir ku li hucreyê dawî li jiyana xwe aniye.

Rêveberiya girtîgehê her wiha ji malbatê re îdia kir ku wan hewl daye Erkmen bigihînin nexweşxaneyê, lê belê di rê de jiyana xwe ji dest daye. Xizmên Erkmen ên li Stenbolê tevî parêzerên xwe ber bi Tekîrdagê ve bi rê ketin.

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Me agahiyeke din a giran girt. Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest da. Em van êşên ku li pey hev rû didin normal qebûl nakin. Em bang li pêwendîdaran dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin. Em sersaxiyê ji xizm û malbata Vedat Erkmen re sersaxiyê dixwazin.”