Ji çalakvanên Sêmalka bertek: Divê PDK dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde

Çalakvanên Sêmalka ku daxuyaniya HPG’ê derbarê êrişên DAIŞê de ku gotibû, ‘’Em amade ne gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê biparêzin’’ wek ‘’Helwesta rasteqîn a welatparêzî’’ pênase kirin.

 Ji çalakvanên Sêmalka bertek: Divê PDK dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde
13 kanûn, 2021   05:15
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Endamê Desteya Rêveber a Şengal’ê Merwan Bedel Xwedêda di 7'ê kanunê de ji ber bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk şehîd bû. Balefirên şer ên dewleta Tirk di 11’ê Kanûnê de careke din êrişê Şengal’ê kir û vê carê jî Meclîsa Gel a Xanesorê bû hedefa van êrişan.

Bi vê êrişî re êdî her kes dizane ku dewleta Tirk di êrişên li ser Şengalê de alîkariya xwe ji PDK’ê digire. PDK ji aliyekî ve jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember gerîla hem alîkarî dide dewleta Tirk hem jî car caran bi xwe êrişî gerîla  dike û bi destê wan gerîla şehîd dikevin.

Lê ruxmî ku ev rastî tê jiyîn jî PDK hiqûqa dijminatî jî bin pê dike û cenazeyên gerîllayên ku şehîd kirine nade malbatên wan. Ruxmî van kiryar û hevkariyên PDK’ê malbatên şehîdan ên ku di çalakiya ber deriyê Sêmalka de cih digirin, bang li PDK’ê kirin û gotin; ‘’Divê yekser werin xeta neteweyî.’’

’EM CENAZEYÊN HEMÛ ŞEHÎDÊN XWE DİXWAZİN’

/kr/uploads/files/2021/12/12/211747_xec-seref.webp

Endama komîteya çalakiyê ya Sêmalka Xecê Şeref dibêje ku êdî her kes dizane ku PDK xiyanetkar e û dizane ku hejmarek mezin ji gerîla ji aliyê PDK’ê ve hatine şehîdxistin û wiha dewam dike: ‘’Em bi vê çalakiya kon têkoşîna şeref û rûmetê dikin. Ev ne tenê ji bo gerîlayên ku vê dema dawî ji aliyê PKD’ê ve hatine şehîdxistin e. Heya niha belkî bi sedan hevalên me yên gêrîla ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdkirin û kes nizane bê ka cenazeyên wan jî li ku derê ne. Em bi boneya vê çalakiyê cenazeyên hemû gerîlayan dixwazin.’’

Xecê Şeref êrişên li ser Şengalê jî şermezar kirin û ev nirxandin kir: ‘’Mafê tu kesî nîne ku li ser serê gelê Şengalê bibe desthilatdar. Ew jî ji bo şeref û rûmeta xwe axa xwe diparêzin.’’

’RUXMÎ XÎYANETÊ EM BANGA BIRATÎ Û YEKITÎYÊ DIKIN’

Xecê Şeref di berdewamiya axaftina xwe de behsa daxuyaniya NPG’ê kir ku gotibû " em amade ne li hember êrişên DAIŞ’ê gelê Başûrê Kurdistanê bi parêzin û ev tişt got: ‘’Ruxmî xiyaneta PDK’ê em banga yekitî û biratiyê dikin. Lê mixabin dîsa jî ew nayên vê rêyê. Wekî gel ji bo me tu ferq di navbera Başûr û Rojava de nîne. Em hemû yek in. Hindek zarokên me li vir in hindek jî li wir in. Baş e PDK li hember van bangazwaziyên me çi dike? Ew jî çeteyên roj dişînin çeperên şer.’’

’DAXUYANIYA NPG’Ê JI BO KURDBÛN Û MIROVAHIYÊ YE’

/kr/uploads/files/2021/12/12/211712_hesen-murad-sami.webp

Yek ji çalakvanan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hesen Murad Samî jî bangawaziya NPG’ê wek, bangawaziya, ‘’kurdbûn û mirovî’’ dinirxîne.

Hesen murad Samî nêrîn û helwesta xwe wiha tîne ziman: ‘’DAIŞ careke din lez da êrişên xwe yên li hember Başûrê Kurdistanê. NPG’ê jî ruxmî hemû polîtîkayên qirêj yên PDK’ê got ku ew hazir in gelê Başûrê Kurdistanê biparêzin. Ev daxuyanî, daxuyaniyek li ser navê kurdînî û mirovî yê hatiye dayîne. Lê ev ne ji bo piştewaniya malbata Barzanî û PDK’ê ye. Ev ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê ye. ji ber ku HPG naxwaze tiştên ku berê li Şengal bûn careke din dubare bibin û amade ne heman demê de KERKÛK û Hewlêrê jî biparêzin.’’

‘DİVÊ HÛN XWEDÎ HELWESTEK BİN DA KU BİKARİN KURDAN Lİ DORA XWE KOM BİKİN’

Hesen Samî bertek nîşanî sekna PDK’ê ya li hember êrişên li ser Şengalê da û got: ‘’Erdoganê xwînmij û dewleta Tirk êriş kirin û endamê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd kirin. Bê guman yek ji berpirsyarê vê êrişê jî yê ku îstîxbarat daye û ev êriş erê kiriye PDK ye. Baş e kî cihê wî hevalî dizanî. PDK’ê agahiyên îstîxbarî dan û ev êriş wisa pêk hat. PDK ji roja ku hatiye damezrandin heya îro ji bo Kurdan lekeyek e.’’

Hesen Samî ruxmî hemû kiryarên wan jî bang yekitiyê li PDK’ê kir. Hesen Samî got: ‘’Ez bang li PDK’ê dikim ku ji biryarên ku girtine bizîvire. Divê li hember gelê Kurd helwesta xwe zelal bike. Divê hûn nebin rûyê reş ê Kurdan. Divê hûn xwedî helwestek bin ku bikarin Kurdan li dora xwe kom bikin.’’

‘DİVÊ HİKÛMETA BAŞÛR Jİ BANGAWAZİYÊN KU YEKİTİYÊ AVA DİKE BİDE’

Endamê Meclîsa Dêrikê Omer Yusif ku daxuyaniya NPG wek helwesta neteweyî nirxand û wiha axifî: ‘’ daxuyaniya NPG’ê em pir kêfxweş kirin. Em gelê Kurd wek tiliyên destekî ne. Dema yek biêşe ya din jî pê re diêşe. Dema ku DAIŞ êrişî KERKÛKÊ kir û pêşmerge şehîd kir me hîs kir ku zarokên me bi xwe şehîd bûn. Dilê me şewitî. Li ku derê dinê tiştek tê serê Kurdekî em dîsa heman tiştî hîs dikin. Dijmin dibêje ku hûn li afrîka jî konekî vedin ez ê xerab bikim. Em jî wek Kurd her çiqas nêrînên me yên cûda hebin jî lê divê di mijarên neteweyî de helwestên me yek bin. Wek ku pêşiyên me gotin e, ger em nebin yek em ê herin yek bi yek. Daxuyaniya NPGê ku dibêje em amade ne Başûr biparêzin ku Kurdan bêhtir nêzîkî hev dike. Em li bendê ne ku hikumeta Başûrê Kurdistanê jî heman daxuyaniyê bide.’’

ÊRİŞÊN Lİ SER ŞENGAL Û BANGAWAZİYÊN TÊKOŞİNA HEVPAR

 

Omer Yusif êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û şehadeta Merwan Bedel Xwedêda, Seîd Hesen Seîd û Zekî Şengalî bi bîr xist û got: ‘’Em ji bo dijmin çi bibêjin jî wê kêm bimîne. Lê divê em rêya şehîdên xwe bi şopînin. Divê em li hember zilma ku ev hezar sale li me tê kirin rawestin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo Kurdan tekane rê heye ew jî yekitiye. Ger em bibin yek em ê bi ser bikevin. Ger ku em Rojava winda bikin emê Başûr jî, Bakur jî winda bikin. Yanî çarenûsa me yek e.’’

‘GER KU PÊWİST BİKE WÊ ÇALAKİYA ME Bİ SALAN BİDOME’

/kr/uploads/files/2021/12/12/211726_omer-yusuf.webp

Omer Yusuf bertek nîşanî PDK’ê da ku heya niha cenazeyên gerîla radestî wan nekiriye û got, ‘’Pêşmerge di sala 2014’dan de bi awayekî bi ewle di deriyê Til Koçer re derbas bûn. Wê demê me qet negot ku ev pêşmerge ne girêdayî partiyekî cûda ne. Me ew wek birayên xwe dîtin. Di nav wan de xizmên me jî hebûn. Şehîdên me yên xelkê Bakur, Başûr û Rojava hene. Divê di nava Kurdan de parçebûn nebe. Heta dewleta Tirk jî dema ku hevalên me şehîd dike dibêje werin cenazeyên xwe bibin. Em li vir ji bo ku cenazeyên şehîdên xwe ji hikumeta Başûrê Kurdistanê werbigirin çalakî dikin. Ger ku pêwîst bike em ê bi mehan hetta bi salan çalakiya xwe dewam bikin. Ji bo wê jî divê hikumeta Başûr cenazeyên şehîden me bide me.’’

‘KERKUK, HEWLÊR Û ŞENGALÊ BÎNİN BÎRA XWE’

Omer Yusuf di axaftina xwe de ev tişt bibîrxist; ‘’Wek Kurdan ji aliyê fikrî ve çi cudahiyên hebin bila hebin di encam de em bira ne. Divê ev rik û hêrs êdî dawî bibe. Di sala 1974-75’an de dema ku gelê Başûrê Kurdistan derbasî Rojava bû me malên xwe ji bo wan vekir. Me cûdahî nekir navbera xwe û wan. Dema ku çeteyên DAİŞ’ê êrişî Kerkûkê kirin gerîla çû alîkariya pêşmergeyan. Gerîla û pêşmerge di heman sengerî de şer kirin. Divê hûn van rastiyan ji bîr nekin. Di sala 2014’dan de dema ku bi hezaran Kurdên Êzidî hatin Rojava kesî negot ev ji Başûr hatine û cûdahî çênekirin, gotin birayên me ne û malên xwe ji bo wan vekirin.’’

‘GER YEKİTÎ NEBE PERÇEYEKE KURDISTANÊ AZAD NABE’

Omer Yusif dibêje, ‘’Bi hezaran sal e em li hember dijmin şer dikin. Divê îro jî li hember dijminê ku îro dixwaze me bi hevdû bide qirkirin em bibin yek’’ û axaftina xwe wiha dawî dike; “Dema ku pêşmergeyek tê kuştin, gerîlayek şehîd dikeve dilê me dişewite. Li Ewropa bi dehan netewe hene lê dema mijar dibe ewlekariya wan yekser dibin yek. Em Kurd yek netewe ne, heman zimanî diaxifin, lê mixabin em nabin yek. Ger ku dijmin dixwaze yekitiya me asteng bike wê demê divê em têkoşîna xwe mezin bikin û yekitiya xwe ava bikin. Ger ku em nebin yek wê demê em nikarin tu parçeyekî Kurdistanê jî azad bikin.’’

ANHA