Feleknas Uca: Ger Şengal taştê be, dê Hewlêr firavîn û Silêmanî jî şîv be

Feleknas Uca diyar kir ku zêdebûna êrişên DAIŞ’ê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê netesaduf in û got “Ji bo ku êzdayetiyê li Kurdistanê bi giştî rakin, êriş dikin. Ev lîstik û projeyên wan encama konsepteke berfireh e.”

Feleknas Uca: Ger Şengal taştê be, dê Hewlêr firavîn û Silêmanî jî şîv be
13 kanûn, 2021   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Kujerên şehîd Merwan Bedel 11’ê vê mehê dîsa avahiya Meclisa Gel a Xenasorê bi balafirên şer bombebaran kirin. Feleknas Uca, van êrişên li ser Şengalê wekî dayîna peyamê nirxand û got: “Ev êriş tên wê wateyê ku dewleta Tirk êrişeke berfirehtir li hemberî gelê Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dimeşine.”

Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Feleknas Uca, êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê di Bernameya Taybet a ANHA'yê de nirxandin û got: “Di roja êrişa li ser avahiya meclisê de dê gel xêra Merwan Bedel bida. Ger duh (11 mehê) di vê biranînê de bi sedan kes hebûna, dê bibûna qurbaniyên vê êrişê.

'PLAN DI SALA 2007`AN DE BÛ'

Beriya êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014`an de li ser Şengalê di sala 2007`an de êriş li ser Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir êrişek hovane pêk hat. Esas dixwestin di sala 2007`an de Şengalê ji êzidiyan bidin valakirin. Dema êriş çêbû, ez bi xwe çûm Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir. Wê demê civaka êzidî got “ji ber parastina civaka êzidî tune ye ku ew qas êriş çêdibin.” 2007`an li Şengalê ev daxwaz zêde bilind bûn.  Di 20’ê Kanûna 2014`an de birêz Ocalan li ser xetere, xweparastinê nameyeke vekirî ji civaka êzidiyan re şand. Piştî 2007`an dîsa hişyariyek ji aliyê birêz Ocalan ve hat kirin ku gotibû xetereyên mezin li ser Şengalê hene, ger civaka êzidî xwe neparêze dê fermanên mezintirîn li ser wan pêk werin. Bi rastî jî di sala 2014`an de fermana 3’yê Tebaxê çêbû. Di encamê de me dît çawa pêşmerge ji Şengalê direviyan, çawa li pêş çavê zarokan serî jê dikirin ku hîn jî bi sedan gorên komî tên dîtin. Bi sed hezaran civaka êzidî ya Şengalê koçber bûn, belav bûn.”

Feleknas Uca, bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê û peymana Şengalê wek berdewama fermanên nû li ser civaka êzidî şîrove kir û got: “Li şûna ku herin li Şengalê bi civaka êzidî re biaxivin, li ser pêşeroja Şengalê hewldanan bikin, birînên gelê Şengalê derman bikin, aqûbeta 2 hezar û 800 jinên Şengalê ku hîn ne diyar e, ji bo bikarin van jinan rizgar bikin bi hev re çi dikarin bikin, lê diçin peymanên wiha çêdikin.”

Feleknas Uca, anî ziman ku roja bomberankirina avahiya Meclisa Gel a Xanesorê wê gel xêra Merwan Bedel bida û ger gel amade bûya, dê komkujiyek pêk bihata. Feleknas Uca anî ziman ku dewleta Tirk rojên girîng û dîrokî dike hedef û got: “Di 3’yê Tebaxê de dema ku me dixwast birînên Şengalê derman bikin, heman demê sefîrê Tirkiyê bi nûnerên hikumeta Başûrê Kurdistanê re li Hewlêrê civiya û biryara Peymana Şengalê destnîşan kirin. Gefên mezin li Şengalê xwarin, çend rojan şûnde Seîd Hesen dema ku diçû bi serokwezîrê Iraqê re bicive, hat şehîdxistin, roja din nexweşxane hat bombebarandin. Merwan Bedel yek ji wan kesayetan bû ku dema êrişên DAIŞ’ê li ser Şengalê çêbûn, bi malbata xwe re di Şengalê de ma û tê koşiya. Di hemû rojên dîrokî yên êzidiyan de ku wekî beriya çend rojan Meclisa Gel a Xanesorê dê xêra Merwan Bedel bida, lê dewleta Tirk ew der bombebaran kir. Ev peyamek e. Ger duh di vê bîranînê de bi sedan kes hebûna dê bibûna qurbaniyên vê êrişê. Sala derbasbûyî wekî îro di meclîsa Tirkiyê de budçe nîqaş dikirin, wezîrê karên derve amade bû, me ji wan pirs kiribû hûn ji êzidiyan çi dixwazin, çima êrişî wan dikin?  Îro dîsa bi biryarên cuda, êriş dikin.”

Beriya çend rojan çapemeniya AKP/MHP’ê wêneyê Feleknas Uca û şehîd Merwan Bedel ku bi hev re kişandibûn, servîs kir û got ‘parlamentera HDP’ê bi terorîstan re wêne kişandine’.

Feleknas Uca, der barê mijarê de anî ziman ku bi wî wêneyî serbilind e û got: “Wenêyê bi Merwan Bedel re min bi xwe parve kir. Ew wêne di bîranîna 3’yê Tebaxê de me girtibû. Dema şehîdxistina wî jî min parve kir lê ragihandina Tirkiyê wekî ku wan wêne derxistine, da. Însafa wan bila hebe, diçin mirovan qetil dikin û me nîşan didin. Ez bi wî wêneyî gelekî serbilind im ku li kêleka kesayetekî wiha min xebat da meşandin û min nas kir. Ez heya dawiyê minetdarê Merwan Bedel û hemû gelên me yên Şengalê yên têkoşer im. Ez ji kesayetek wekî Merwan Bedel re heya dawiyê rêzê digirim.”   

DESTÊ DEWLETÊN CÎHANÊ Û NATO’YÊ DI ÊRIŞÊ DE

Feleknas Uca, tekildarî çavsoriya dewleta Tirk li ser Şengalê got: “Dewleta Tirk ji civaka êzidiyan çi dixwaze? Şengal li ku derê û Enqere li ku derê ye? Şengal xetereyeke çawa çêdike? Ji Şengalê çend caran Yekîneyên Berxwedana Şengalê êrişî dewleta Tirk kirine? Ev dijiminatî ye. Ji bo êzdayetiyê ji Kurdistanê bi giştî rakin, êrişeke wiha pêk tînin. Em dizanin lîstik û projeyên wan encama konsepteke berfireh in. Roja ku Merwan Bedel tê definkirin Kazimî li Hewlerê bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re hêvditinan pêk tîne. Gelo ev konsepta giştî ya ku pêşengên Şengalê tên hedefgirtin bi destê hikumeta Bexdayê tê meşandin, gelo ev îstixbarata li Şengalê tê dayîn ji aliyê sîxûrên ragihandinê, kesayetên Başûrê Kurdistanê tê dayîn û çi qas destê dewletên cîhanê û NATO’yê tê de heye?”

‘EV BÊDENGÎ ERÊKIRINA QETLÎAMÊ YE’

Feleknas Uca, bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: “Ev çend roj e Merwan Bedel hatiye şehîdxistin lê hikumeta Bexdayê daxuyanî jî nedaye, tenê beşa îstixbaratî daxuyanî daye. Meclîsa Gel hat bombebarankirin lê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê bê deng in. Ev bêdengî erêkirina qetlîamê ye. Sûcê ku Tirkiyê îro dimeşîne ne tenê sûcê dewleta Tirk e ku sînorê xwe derbas dike, divê ji aliyê hiqûqî de jî şopandinek bê kirin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ger destûr neda, îstixbarata dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê ew qas rehet xebatên sixûrî bike, heye ku Merwan Bedel û Seîd Hesen nehatana şehîdxistin.”

Der barê hevkariya ragihandina hikumeta Başûrê Kurdistanê de Feleknas Uca, pirs kir gelo îstixbaratên ku didin dewleta Tirk ew in û pê de çû: “Ragihandina Başûrê Kurdistanê K24 ji bo Meclîsa Gel a Xanesorê dibêje navenda PKK hatiye xistin.  Dema êriş li ser Merwan Bedel tê kirin yekser K24 nûçeya wê dide û navê Merwan Bedel dide. Hîn kes tiştekî nizane, agahî negirtine, tespît nekirine, daxuyanî nehatin dayîn, nûçe belav nebûne navê Merwan Bedel didin. Ji bo Seîd Hesen jî heman tişt kirin. Mirov divê ji wan bipirse gelo hûn îstixbaratan didin? Yên ku dibin sedema êrişan hûn in? Ger ne hûn bin van agahiyan kî dide? Zimanê K24 dimeşîne îro zimanê rojnameya Akît e. Ji bo Garîbe Gezer wê rojname  got`terorîsteke din li girtîgehê kêm bûye.` Îro heman hişmendî di çapemeniyê de derdikeve.”

‘ÊRIŞÊN DAIŞ Û DEWLETA TIRK NE TESADUF IN’

Ev demeke ku DAIŞ li Iraq û Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne, dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe li ser Şengalê zêdetir kiriye. Feleknas Uca, van êrişên hemwext  re got ku ev ne tesadufî  pêk tên û got: “2007`an dema nîqaş dihat kirin û di gotin wê referendum li Mexmûr, Xeneqîn, Şengal û Kerkûk bê kirin, rayadar û berpirsyarên Başûrê Kurdistanê digotin Kerkûk dilê Kurdistanê ye, Şengal jî namûsa Kurdistanê ye. Baş e, îro namûsa wan her roj tê bombebarkirin, hûn jê re çima bê deng in, çima hûn lê xwedî derneketin?   Li aliyekî de êriş û tevgera çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê zêde dibe, li aliyê din jî dron û balafirên dewleta Tirkiyê li hemberî Şengalê jî zêde bûn. Du êrişan bi hev re dikin.  Dewletên Ewropa ji ber tekiliyên dewleta Tirk bi DAIŞ re hene, ew kiriye lîsteya gewr de. Ev êriş ne tesadûf in. Di van demên dawî de ev êriş tên wê wateya ku dewleta Tirk bi piştgirtin û sekna xwe êrişeke berfirehtir li hemerî gelê Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bimeşine.”

Beriya çend rojan li Hewlerê Konferansa Kurdên Dîaspora hat lidarxistin. Feleknas Uca, tekildarî konferansê got: “Konferansa li ser Kurdên dîasporayê dimeşînin li ser aramiyê nîqaş dikin. Baş e li ber çavên wan dema konferans çêkirin gef û xetereyên mezin li ser Şengalê hebûn. Di heman roja konferansê de Merwan Bedel hat şehîdxistin. Gelo ev kesên ku tev li konferansê bûne, çima berê xwe nedan Şengalê? Çima di konferansa xwe de negotin em dikarin ji bo rê nedin dijminên gelê Kurd ku îro xetereyek li ser gelê Kurd dimeşînin, çi bikin. Îro HDP li Bakurê Kurdistanê bi qedexekirinê re rû bi rû ye. Kesên di konferansê de amade bûn çima daxuyanî nedan û negotin em li dijî qedexekirina HDP`ê ne. Hikumeta Başûrê Kurdistanê çima negot em pitşgiriyê didin HDP’ê? Çima têkilî bi rayedarên Tirkiyê re tê kirin, çima xwe li kêlêka HDP`ê nabîne û nabêje li dijî van qedexe û pirsgirêkan em li gel hev in? Ji ber ku berjewendiyên cuda hene. Ev siyaseta wan a bi îtîfaqî em rexne dikin. Divê em ne tenê bi propagandayan civînan li dar bixin, divê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bibêjin em nabin amûrên êrişên li ser gelê xwe. Ger îro Şengal taştê be, dê Hewlêr firavîn û Silêmanî jî şîv be. Divê her kes wê baş bizane.”

‘ÊDÎ KÊR GIHAŞTIYE HESTÎ’

Feleknas Uca di dawiyê de got: “Tiştên ku çeteyên DAIŞ nikarîbûn pêk bînin, ew dixwazin pêk bînin. Divê civaka êzidî bizane ku ev êrişên dewleta Tirk bi piştgiriyê pêk tê. Ger pişta wî tune ba, nikarîbûn êriş bikirana. Êdî kêr gihaşte hestî. Bes e. Roj bi roj êriş û ferman li ser gelê me zêdetir dibin. Dixwazin pergala Şengalê bidin belavkirin. Şengal dîrok, hebûna mirovahî, dilê Kurdistanê ye, xîret e, azadî ye û hêviya jiyaneke azad e. Em bixwazin xwedî lê derkevin divê em beê  xwe bidin Şengalê. Divê hemû civaka êzidî vegere Şengalê. Divê em li hemberî van bûyeran bê deng nemînin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin ku peymanên li ser Şengalê tên dayîn û bêyî îradeya Şengalê peyman nayên qebûlkirin. Ew kesên dixwazin civaka êzidî biparêzin divê di nav xweseriya Şengalê de biparêzin û qebûl bikin. Heta civaka êzidî di nav xweseriya xwe de nejî, dê ferman û qetlîam bimeşin û zêdetir bibin.”

ANHA