ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2021
13 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 70 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî di roja sêyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Turnuveya futbolê ya "Veger" ya ku ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye organîzekirin, bi lîstokekê di navbera tîma Dicle û tîma Selahedîn de didome, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşek din a koçberan li ser daxwaza wan ji kampa Holê derdikevin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Yûsif bêdengiya navneteweyî derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne û guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî de rexne kir her wiha destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku nîşaneyên rast ên wan herêman biguhêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk da ku sûcên xwe bidomîne û got: "Êrişên li ser Şengalê û derketina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Kerkûkê û çend herêmên Başûrê Kurdistanê, plankirî ne û bûyerên sala 2014`an tîne bîra mirov." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe armanc dike ku gelê Kurd tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayekî çeteyên Roj nerazîbûn nîşanî hebûna çeteyên Roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê da  û got, PDK'ê ev koma çete ava kir  da ku axa kurdan dagir bike û şerê birakujiyê li herêmê derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Feleknas Uca, hemwextiya zêdebûna êrişên DAIŞ yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê re netesadur nirxand û got: “Ji bo ku êzîdiyatiyê ji Kurdistanê bi giştî rakin êriş dikin. Ev lîstik û projeyên wan encama konsepteke berfireh e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakvanên Sêmalka ku daxuyaniya HPG’ê derbarê êrişên DAIŞê de ku gotibû, ‘’Em amade ne gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê biparêzin’’ wek ‘’Helwesta rasteqîn a welatparêzî’’ pênase kirin. Malbatên şehîdan ên ku di çalakiya deriyê Sêmalkayê de heman demê bang li PDK’ê ya ku li Şengalê jî bi dewleta Tirk re di nav hevkariyê de ye kirin û gotin; “Rojek ji ya din zûtir dest ji hevkariya bi dijmin re berde.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên gerîlayan bang li PDK'ê kirin ku dev ji xeta xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk re berde û cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji sedî 50 jin beşdarî sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û endamên komîteyê dibêjin ku ev hejmar mafên jinan misoger dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û siyasetên PDK'ê, her wiha bi armanca  piştevahiya berxwedana gerîla, meşa dirêj a Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ji Qamişlo ber bi deriyê Sêmalkayê ve dest pê dike. Meş dê 3 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Gelê li Tirkiyê fatora siyasetên çewt yên Recep Teyyîp Erdogan ku hewl dide împratoriya Osmanî vegerîne didin. Ev yek bandorê li aboriya Tirkiyê kir û di demeke nêzî ev aborî baş nabe.

ANHA