​​​​​​​Birayê çeteyekî Roj bang li birayê xwe kir ku ji xeta xiyanetê vegere          

Birayekî çeteyên Roj nerazîbûn nîşanî hebûna çeteyên Roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê da  û got, PDK'ê ev koma çete ava kir  da ku axa kurdan dagir bike û şerê birakujiyê li herêmê derxîne.

​​​​​​​Birayê çeteyekî Roj bang li birayê xwe kir ku ji xeta xiyanetê vegere          
13 kanûn, 2021   01:46
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Roj bi roj hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi dewleta Tirk a dagirker re eşkere dibe.

PDK'ê di sala 2012’an de ji ciwanên Rojava komên çete avakirin da ku bi rêya wan plan  û armancên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê bi cih bînin. Herî dawî ev komên çete şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku li kêleka artêşa Tirk êrişî gerîlayan bikin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî hêzên taybet ên PDK'ê  ku ji Zêrevanî, Gulan û Roj pêk tên, ji 23’yê Nîsanê ve êrişên dagirkirin û qirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne û di van êrişan çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3'yê Cotmeha borî ragihand ku hêzên PDK'ê di 28' Tebaxa 2021'an de li herêma Xelîfanê kemîneke ji 7 gerîlayan re danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

Malbatên çeteyên Roj ji beşdarbûna zarokên xwe di êrişên li dijî dagirkeriya Tirk û PDK'ê yên li ser gerîlayan de ne razî ne.

Birayê çeteyên Roj Iwênan Yûsif, Hozan Yûsif bi rêya ajansa me bang li birayê xwe kir ku dev ji xeta xiyanetê berde.

Hozan Yûsif, diyar kir ku birayê wî Iwênan Yûsif sala 2017’an tev li çeteyên Roj bû da ku debara jiyana xwe peyda bike û got, birayê wî dizanî ku ev komên çete girêdayî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker in.

Hozan Yûsif red kir ku çeteyên Roj ji bo parastina gelê Kurd û doza Kurdan ya adil şer dikin, wekî ku PDK'ê îdia dike û wiha pirsî: "Eger ev yek rast be, wê demê wateya hebûna wan li Metîna, Garê û Xelîfan çi ye? Çima şerê gerîlayên ku ji bo doza xwe û azadiya Kurdistanê, tê dikoşin, dikin?"

Yûsif diyar kir ku tevî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê yên li ser Rojava çeteyên Roj tu bertek nîşan neda û beşdarî parastina gelê xwe li herêmê nebûn.

Hozan Yûsif her wiha dsestnîan kir ku çeteyên Roj plan û armancên dagirkeriya Tirkiyê, di serî de êrişên li hemberî kurdan û hêzên wan pêk tînin û diyar kir ku ev kom bi nav û rengekî kurdî hatiye avakirina da ku xaka kurdan dagir bike û herêmê ber bi şerekî navxweyî ve bibe.

Hozan Yûsif bang  li birayê xwe û hemû çeteyên Roj kir  "Dev ji çeteyan berdin û şerê Kurdan nekin, ji xeta îxaneta li Kurdan û doza wan vegerin, destekê bidin hêzên kurdî yên ku ji bo azadiya Kurdistanê, di serî de HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê dikoşin."

Yûsif bang li birayê xwe Awenan Yûsif û hevalên xwe yên di nava çeteyên Rojava de kir ku vegerin Rojava û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, mal û milkên xwe biparêzin û ha ji planên dewleta Tirk ên ku bi rêya PDK'ê pêk tîne, hebin.

Hozan Yûsif di dawiya axaftina xwe de, îdiayên dezgehên çapemeniyê yên ku bi Kurdî diaxivin û ji aliyê odeya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li Başûr ve tên belavkirin ku dibêjin malbatên çeteyên Roj neçar dikin ku ji çapemeniyê re baxivin û banga vekişandinê li zarokên xwe bikin, derewand û got: "Tu kes me mecbûr nake û tu alî gefan li me naxwin. Em bang li zarokên xwe yên di nava pêşmergeyên Roj dikin ku ji xeta xiyaneta li kurdan vegerin, berjewendiyên partiyetî û fermanên dewleta Tirk a dagirker pêk neynin."

(dx)

ANHA