Malbata Şenyaşar; têkoşîna li dijî pergala dadgeriyê ya dewletê

Dayika Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dike û kurê wê Ferît Şenyaşar got kesên li Tirkiyê behsa serxwebûna dadgeriyê dikin, bila bên Edliyeya Rihayê û rastiyê bi çavên xwe bibinin.

Malbata Şenyaşar; têkoşîna li dijî pergala dadgeriyê ya dewletê
10 kanûn, 2021   04:24
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di dema hilbijartinan de parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kete dikana malbata Senyaşar û piştî nîqaşê malbat û cerdevanên parlementerê AKP'ê êrişî malbatê kir. Esvet Senyaşar û 2 kurên wî Celal û Adil Şenyaşar hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Fadil Şenyaşar ku piştî bûyerê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hat destgîrkirin. Birayê parlamenterê AKP'ê jî tevî ku qeydên kamera û deng hene jî, tiştek pê nekirin. Piştî zêdebûna zextan, parlamenterê AKP'ê di dozê de dozgerekî “guncaw” dît û Enver Yildiz 18'ê Îlona 2019'an bi peyayên xwe re hat û teslîmî Edliyeya Rihayê bû.

DADGERÎ KUJERAN DIPARÊZE

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 18 mehan piştî bûyerê bi tenê ji bo bûyera li dikanê îdianame amade kir, lê belê cih neda êrişa li nexweşxaneyê. Her wiha 2 sal û nîv e li dijî Hacî Esvet Şenyaşar ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibû qetilkirin, tu lêpirsîn çênebûye. Li hemberî 13 kesan ku di nav de Fadil Şenyaşar û Ferît Senyaşar jî hene, bi sûcên "kuştin, hewldana kuştinê, birîndarkirinê, zerardayîna milkan" doz hat vekirin.

Dadgeha Ceza ya Rihayê îdianame qebûl kir û bi hinceta "ewlekariyê" doz piştre sewqî Meletiyê hat kirin. Di rûniştina dawîn ya 20'ê Mijdarê de dozger îtiraza xwe pêşkêşî dadgehê kir. Girtî Fadil Şenyaşar bi rawana "kuştina bi zanebûn" heta 150 salan cezayê girtîgehê û ji bo Enver Yildiz jî heta 12 salan cezayê girtîgehê hat birîn.

BERXWEDANA EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta edaletê ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ve di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir, di roja xwe ya 273'yemîn de berdewam dike. Ferît Senyaşar jî hatibû destgîrkirin û îşkence lê hatibû kirin. Her wiha ji ber ku  pankarta 'Edalet’ rakirine, cezayê pere li wan hate birrîn.

Ferît Şenyaşar têkildarî mijarê got: "Skandala mezin mehekê berê rû da. Gerînendeyê polîsan bêyî agahiya dozger em binçav kirin. Me gilî kir, me bihîst ku ew ji kar hatiye derxistin, lê ev qet nayê qebûlkirin."

Tiştên ku bi serê malbata Senyaşar hatin, ne tenê ev bûn. 2 kur û hevserê Emîne Şenyaşar hatin kuştin û piştî giliyê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ji ber "heqaret  li peywirdarekî cemaweriyê kiriye" 1o caran gazî kirin ku îfadeyê bide.

MALBATA ŞENYAŞAR EDALETÊ DIXWAZE

Çalakiya nobetê ya malbata Senyaşar tevî hemû astengiyan jî bi îradeyeke mezin tê meşandin. Nûnerên saziyên cuda, partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan, rewşenbîr, nivîskar piştgiriyê didin çalakiya wan a li ber Edliyeya Rihayê a ku bi daxwaza edaletê dest pê kiriye. Malbata Senyaşar bi tenê  daxwaza "edaletê" dike. 

Emîne Şenyaşar (65) piştî komkujiyê çavê wê yê çepê ji sedî 70 noqsan bû, çokên wê nexweşî çêbûn û ji ber stres û êşê li ser lêvên birin çêbûn. Her wiha pirsgirêkên wî yên xewê û psîkolojîk hene, her tim dermanan bi kar tîne. Emîne Şenyaşar heta ku kurê wî Fadil Senyaşar neyê berdan, tedawiyê red dike.

'KUJER SERBEST IN!’

Emîne Şenyaşar diyar kir ku piştî komkujiyê pergala zilmê li wan hatiye ferzkirin û got: "Ez dixwazim kurê min serbest bê berdan. Zarokên min û hevjînê min li ser kar birîndar kirin û li nexweşxaneya dewletê qetil kirin. Dîmenên li nexweşxaneyê xera kirin. Xwîna zarokên min û hevjînê min li dîwarên nexweşxaneyê ma, bi şev dîwarên nexweşxaneyê boyax kirin. Kes nehatiye girtin, ev 270 roj e em li vir daxwaza edaletê dikin. Gelek caran em derb kirin û destgîr kirin. Li kurê min xistin, hewl dan wî bikujin. Ne hikumetek û ne jî dewleteke me heye. Zilmê li me dikin. Kujerê ku zarokên min qetil kir û yên ferman dane, bi serbestî li derve digerin."

Emîne Şenyaşar wiha dewam kir: "Dozger ji me direve, serlêdanên me yên red kirin û gelek caran ji me xwest em bên girtin."

Emîne Şenyaşar van pirsan dike: "Em li vir rûniştine da ku em bihêlin rastî derkeve holê. Heke qeyd derketana, me yê bizanîya bê ka kî sûcdar e. Eger zarokên min sûcdar in, bila 2 kurên min ên mayî (Ferît û Mehmet) bigirin. Çima qeyd nehatine eşkerekirin? Çima qeyd tên girtin? Çima di şevekê de nexşxane boyax kirin? Êriş birin ser ambulansên ku birîndar tê de bûn. Xwestin hemû birîndaran bikujin. 2 kurên min bi tesadufî sax man. Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî û Celal Yildiz ferman da wan ku hemû bên kuştin. Erdogan baş dizane ew çi ne, lê ew wan diparêze."

DOZGER DITIRSIN

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku ji roja êrişê ve têkoşîna wan dewam dike û got: "Di 14 'ê Hezîrana 2018'an de 3 mirovên me bi çekan hatin lînçkirin û qetilkirin. Şahidên vê bûyerê xebatkarên hikumetê, walî, qeymeqam û gerînendeyê polîsan ên navçeyê ne ku li nexweşxaneyê bûn. Ev komkujî li pêş çavê bi sedan şahidan pêk hat. Di 3 sal û nîvan de îfadeya kesekî bi tenê jî negirtin. Li ser dozê biryara nepeniyê heye. Tên parastin, tevî ku  diyar e kê ev bûyer pêk aniye. Komkujî di bin kontrola parlamenteran de hat kirin. Dayika min bi bavê min re diçe nexweşxaneyê, li ber çavê dayika min komkujî pêk tê. Tevî ku dayika min piştre failên komkujiyê bi wêneyan tespît kirin jî, dozgeran xizmên parlamenter gazî nekirin û îfadeya wan girt. Xuya ye ditirsin."

Ferît Şenyaşar wiha pê de çû: "Cîhanê tev şahidiya  komkujiyê kir, ev şerma Tirkiyê ye. Ev zilm ne tenê li me tê kirin, li her kesî tê kirin. Em dixwazin ev hovîtî di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Têkoşîna me ya edaletê dê heta dawiyê bidome. Ev 3 sal û nîv e birayekî min bi awayekî nehiqûqî di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Eger darizandineke adil pêk were û destên siyasî ji dozê bên derxistin, dê birayê min beraat bike. Edalet û hiqûq naxebite. Dema ku ev neheqî li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewime jî, hin rayedar qala serxwebûna dadgeriyê dikin. Kesên behsa dadgeriya serbixwe dikin bila bên Edliyeya Rihayê û bi xwe bibînin."  

ÇI BÛBÛ?

14'ê Hezîrana 2018'an di dema gera hilbijartinê ya parlamenterê AKP'ê yê  Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de, peyayên parlamenter Yildiz û kesên li derdora wî wî êrişî malbata Şenyaşar kiribû ku Hecî Eswet Şenyaşar û Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. 

Fadil Şenyaşar jî birîndar bû û li nexweşxaneyeke Amedê di 17'ê Hezîranê de hat destgîrkirin û piştre hat girtin.  

Dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ev zêdetirî 270 rojan e li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza ‘edaletê’ li ber xwe didin.

ANHA