ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2021
10 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 67 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a kantona Hesekê têkildarî pêngava xwe ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyekê li kampa Serêkaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Kongra Star daxuyaniyekê li kampa Newroz dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji siyaseta ku li Efrîn û hemû herêmên dagikirî dimeşîne ew e ku planên împratoriya osmanî û Mîsaqa Millî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgerên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirirî planên wê yên firehkirina qada dagirkeriyê û qutkirina herêman ji hevdû da ku tev li Tirkiyê bike, eşkere dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ermen û Suryanên bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê hemû gelên Rojhilata Navîn hedef digire. Her wiha destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê wê berxwedan bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Neteweyên Yekbûyî bi bendên ragihandina mafên mirovan bi nakok e. Di demekê de ku mafên mirovan tên binpêkirinên tenê metirsiyên xwe nîşan dide, bêyî ku di aliyê pratîkê de bikeve tevgerê û ji bo parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna daxwaz û mafên zêdetirî  6 miloyên mirovên ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk koçber bûne, rêxistinên xwe naxîne tevgerê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dr. Dîna Muhsin bang li gelê Kurd kir hevbendiyekê bi Misirê re pêk bîne û got ev hevbendî dê roleke girîng û kûr bilîze. (BI WÊNE).

- Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Etêwî diyar kir ku têkiliyên Kurd-Ereban têkiliyeke kevnar e û divê were xurtkirin. Li ser vê yekê gelek wesyet kirin, ji wan peywendî, têkiliyên di navbera elîtên çandê û danesîn û ronîkirina doza Kurd. (BI WÊNE).

- Lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Dirzî da zanîn ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî Lîwa Iskenderon nûnertiya siyaseta Tirkiyê ya dagirker dike û got "Ev daxuyanî peyamên dewleta Tirk in ku parastina destkeftiyên xwe mîna dagirkirina Idlib û herêmên fireh bike. Bi wê yekê teqez dikin ku çarenûsa van herêman dê mîna ya Lîwa Iskenderonê be û ev ji wan herêman dernakeve mîna li Qibrisê bûye." (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Dayika Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dike û kurê wê Ferît Şenyaşar got kesên li Tirkiyê behsa serxwebûna dadgeriyê dikin, bila bên Edliyeya Rihayê û rastiyê bi çavên xwe bibinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Luqman Ehmê diyar kir ku destên dewleta Tirk a dagirker di êrişên dawî yên DAIŞ`ê yên li ser Kerkûkê de hene. Her wiha pirsa çekên ku Koalîsyonê Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê dide Wezareta Pêşmergeyan, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hesen Koçer, derbarê sekna Iraqê ji êrişan re anî ziman ku serweriya wê nemaye û hişyarî da: “Bila hişê xwe bînin serê xwe. Ew çiqas kuştina û îtîfaqan bikin jî ne Şengal ne jî Rojava vegerin wekî berê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen diyar kir ku aliyên ku şandeya jinan li Baskê bi wan re civiyan, derbarê Rojava û şoreşa jinê ya li wir, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Her wiha xwestin sûdê ji tecrûbeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA