`Armanca kîmyebarankirina Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina gelên Rojhilata Navîn e`  

Ermen û Suryanên bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê hemû gelên Rojhilata Navîn hedef digire. Her wiha destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê wê berxwedan bidome.

`Armanca kîmyebarankirina Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina gelên Rojhilata Navîn e`  
10 kanûn, 2021   01:51
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsanê ve bi bejahî û hewayî êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexekirî ne, bi kar tîne, da van herêman dagir bike û têkçûna xwe ya di 14'ê Sibatê de li Garê binixumîne.

Bertekên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî, dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, endamê Meclisa Civakî ya Ermeniyan a bajarê Hesekê Nersîs Kasabiyan diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê dewleta Tirk ve, encama têkçûna siyaseta hundirîn a dewleta Tirk e.

Nersîs Kasabiyan wiha dom kir: "Tirkiye dijminekî kevn e ku li dijî pêkhateya Ermenî jî komkujî pêk aniye. Îro jî bi êrişên xwe yên li ser Hêzên Parastina Gel ên ku ji bo bidestxistina azadiya gelan têdikoşin, heman dîrokê dubare dike."

`DEWLETA TIRK NE TENÊ DIJMINÊ KURDAN E`

Dagirkeriya Tirk bi sûcên xwe dixwaze Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike, da ku siyaseta xwe ya Osmanî û xwînvexwar li ser hemû gelên herêmê ferz bike. Kasabiyan wiha lê zêde kir: "Dagirkeriya Tirk ne tenê dijminê gelê Kurd e, lê belê dijminê hemû gel û pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn bi giştî ye."

Li ser bêdengiya navneteweyî ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, Kasbiyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk xizmeta ajandeyên hêzên hegemon dike, ji ber vê yekê ew dewlet bêdeng in.

Endamê Meclisa Navçeya Bakur ya Hesekê ku bi eslê xwe suryanî ye Fadî Cico diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi behaneya şerê li dijî Kurdan hemû pêkhateyên herêmê dike hedef. Her wiha destnîşan kir ku berxwedan didome û wê bidome û bang li hemû gelên herêmê kir ku yekgirtî bin, ji ber ku yekîtî serkeftinê tîne.

Fadî Cico destnîşan kir ku pêwîst e civaka navneteweyî ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk destwerdana pêvajoyê bike. Ji ber ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Cico di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke navneteweyî ya taybet ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, ava bikin.

(dx)

ANHA