Dewleta Tirk çawa hewl dide mêtîngeriya demdirêj li Efrînê ava bike?

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji siyaseta ku li Efrîn û hemû herêmên dagikirî dimeşîne ew e ku planên împratoriya osmanî û Mîsaqa Millî pêk bîne.

Dewleta Tirk çawa hewl dide mêtîngeriya demdirêj li Efrînê ava bike?
10 kanûn, 2021   00:41
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Planên dewleta Tirk a dagirker ên zindîkirina împratoriya Osmanî ji her kesî re eşkere ne. Dewleta Tirk ji bo pêkanîna van planan pişta xwe dide Mîsaqa Millî ku ji Cotmeha 2016'an ve hewl dide pêk bîne, an ku piştî ku DYA'yê beşdarbûna wê di pêngavên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li bajarê Mûsilê yên Iraqê de dûr xist.

Dewleta Tirk bi rêya êrişên li ser herêmên Sûriyê û dagirkirina bajarên Bab û Cerablus di 2016`an de, kantona Efrînê di 2018`an de, bajarê Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019`an de dest bi pêkanîna bendên mîsaqê kir ku di 28`ê Çileyê 1920`an de îmze kir.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer têkildarî siyaseta ku dewleta Tirk li kantona Efrînê dimeşîne, hişmendiya ku xwe disperse û armancên wê ji sûcên ku pêk tîne ji ANHA`yê re axivî.

Silêman Cafer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dîrokî ya şêniyên Efrînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker,  duyemîn mezintirîn dewlet di NATO`yê de û li dijî 30 hezar çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin.

'JI BO XIZMETA BERJEWENDIYÊN XWE SÛCÊN GIŞTÎ LI DIJÎ SIVÎLAN PÊK TÎNE'

Silêman Cafer behsa siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne kir û wiha axivî: "Wek em dizanin, dewleta Tirk dixwaze Mîsaqa Millî pêk bîne. Bi rêya wî re îdiya dike ku sînorê başûrê yê Tirkiyê dighêje navbera Deriyaya Spî heta Kerkûk a bakurê Iraqê û di navbera wan de bajarê Heleb û Mûsilê ye. Nuqteya pêşîn ku jê dest pê kir pêkanîna mîsaqê Lîwa Iskenderon e ku di sala 1939`an de dagir kir û avakirina 17 baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ne."

Cafer wiha domand: "Bi destpêka aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk derfetek baş dît da ku planên xwe yên dagirkiriyê pêk bîne. Bi rêya çeteyên xwe destwerdan li Sûriyê kir da ku ajindeyên xwe pêk bîne û dest bi dagirkirina herêmên Bab, Cerablus, Ezaz û Efrînê kir."

Cafer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dagirkeran li Efrînê dest bi mezintirîn guhertina demografîk di dîroka nûjen a Sûriyê de kir. Piştî ku niştecihên wê yên resen koçberî kantona Şehbayê kir, dest bi pêkanîna komkujiyan, tirsandina şêniyan, belavkirina tirsê kir û bi vê yekê xwe dispart revandin, kuştin, talankirin û tecawizkirinê. Armanca wê jî ji vê yekê ew e ku şêniyên di hundirê Efrînê de mane koçber bike."

Cafer îşaret pê kir ku ne tenê demografiya Efrînê hate guhertin, di heman demê de xweza û cihên dîrokî jî hatin xirabkirin û wiha pê de çû: "Dagirkeran navenda Yekitiya Êzidiyan û peykerê Zeredeşt û Laleş  hilweşandin. Paşê berê xwe dan sembola berxwedana kurdî û peykerê Kawayê Hesinkar hilweşand. Îro jî peykerê Newrozê dişewitînin. Cihên şûnwarî ji hovîtiya wan bêpar neman. Gelek ji wan hatin hilweşandin û nîşaneyên cihên din weke cihê Nebî Hûrî, guhertin."

Silêman Cafer destnîşan kir ku li gel wan siyasetan, dewleta Tirk aliyên xizmetguzarî, çandî û rêveberî bi Tirkiyê ve girêda, çi sembolên kurdî li kantonê rakir, navê kolan, qada û gundan guhertin û alên dewleta Tirk û wêneyên Erdogan li daîre, dibistan û deverên giştî  daleqandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, dewleta Tirk navê qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê guhert, ji wan navê Ataturk li qada Azadî kir, navê çerxerêya Newroz kir Selahedîn,  navê çerxerêya El-Wetenî kir a 18`ê Adarê, navê şaxê zeytûnê  li çerxerêya Kawayê Hesinkar kir. Di çarçoveya guhertina navên gundan de jî dagirkeran navê gundê Qestel Miqdad veuherand navê Selçûk Obasî, gundê Kotana kir Zafir Obasî û navê gundê Gurzêlê kir Cafer Obasî.

Her wiha bi alîkariya hin rêxistinan û di bi navên îslamî de gelek avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyan ava kir û mizgeft û navendên ezberekirina Qurana pîroz li gundên êzidiyan vekirin.

Silêman Cafer diyar kir ku siyaseta ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne beriya çend salan li Lîwa Iskenderon meşand.

ARMANCA DEWLETA TIRK DI DEMÊN NÊZ Û DÛR DE ÇI YE?

Silêman Cafer behsa armancên dewleta Tirk ji siyaseta ku li Sûriyê pêk tîne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk di pêkanîna sûcan de xwe dispêre xîtaba îslamî, bi rêya kuştin, tirsandin û koçberkirina niştecihên resen hewl dide Mîsaqa Millî û xewnên osmaniyan zindî bike."

(bx)

ANHA