Luqman Ehmê: Çekên ku koalîsyon dide Wezareta Pêşmergeyan li ku derê ne?

Luqman Ehmê diyar kir ku destên dewleta Tirk a dagirker di êrişên dawî yên DAIŞ`ê yên li ser Kerkûkê de hene. Her wiha pirsa çekên ku Koalîsyonê Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê dide Wezareta Pêşmergeyan, kir.

Luqman Ehmê: Çekên ku koalîsyon dide Wezareta Pêşmergeyan li ku derê ne?
10 kanûn, 2021   03:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê ji ajansê re axivî û îşaret pê kir ku raya giştî dizane ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên birêvebirin û têkiliyên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de ji her kesî re eşkere ne. Ehmê diyar kir ku êrişên dawî yên li dijî herêmên Kerkûkê planeke tirkî ye da bi rêya alîgirên xwe wê herêmê kontrol bike.

Luqman Ehmê ev li gotina xwe zêde kir: "Êrişên dawî yên li dijî herêmên Kerkûkê encama du sedeman e, yek Tirkiyê ji mêj ve hewl dide xeta di navbera Kerkûk û Mûsilê de kontrol bike. Ji ber ku kontrolkirina wê rêyê tê wateya kontrolkirina Iraq û heta bi Rojhilata Navîn jî ye. Ji ber ku ev xet ji kevntirîn ve xetên bazirganiya cîhanê ye û heta niha girîngiya xwe parastiye, ji lew re ev rê bi rêya Herîr tê naskirin. Sedema duyem jî ew e ku şêniyên Başûrê Kurdistanê tengav bike û kesên ku êrişên dewleta Tirk û hebûna wê ya li Başûr şermezar dikin, bê deng bike. Bi rêya van êrişan hewl dide tirsê bixe nav niştecihên herêmê, heger niha li dijî çeteyên DAIŞ`ê were sekinandin, ne dûr e ku Tirkiyê çeteyên din di êrişên li dijî wan herêman de bi kar bîne."

ꞌÇEKÊN KU KOALÎSYONÊ DIDE WEZARETA PÊŞMERGEYAN LI KU DERÊ NE?'

Ehmê çekên ku Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê pêşkêşî Wezareta Pêşmergeyan dike pirsî.

Ger mirov rewşa Kerkûkê bişopîne wê dibîne ku tu amadekariyên sekna li dijî êrişên DAIŞ`ê tune ne, teqwiyeteke baş û teqwiya ku Koalîsyona Navneteweyî di çarçoveya pêngava "Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê" de pêşkêşî hikumeta Başûrê Kurdistanê jî kiribû, tune ne.

10`ê Hezîrana derbasbûyî Koalîsyona Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan bi nirxê 3,322,145 dolaran alavên leşkerî daye Wezareta Pêşmergeyan û bi armanca perwerde û amadekariya hêzan da li dijî DAIŞ`ê şer bikin, her wiha di çarçoveya pêngava "Ezim El-Selb" a 2014`an de, Koalîsyon bi awayekî asayî çekan dide Wezareta Pêşmergeyan.

ꞌÇEKÊN KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ JI BO DORPÊÇKIRINA GERÎLA TÊNE BIKARANÎNꞌ

Luqman Ehmê da zanîn ku çekên Koalîsyona Navneteweyî radestî Wezarata Pêşmergeyan kirine, niha li eniyeke din tê bikaranîn û got: "Mixabin ev çek ji bo dorpêçkirina gerîlayên HPG`ê têne bikaranîn."

Di dîmenekê de ku ANF'ê pareve kiribû diyar dibe ku hêzên PDK’ê şeva 5’ê Kanûnê sewqiyata leşkerî li baregeha Sîrê ya li herêma Şêladizê kir. Hate diyarkirin ku bi hejmareke zêde ya wesayitên zirxî û çekên giran, çekdarên PDK’ê hatine veguhastin da nuqteyên HPG`ê dorpêç bike.

Luqman Ehmê diyar kir ku tevî siyasetên PDK'ê, daxuyaniyên wê yên dijberî gerîla û dorpêçkirina wan li gelek herêmên ku rastî êrişên dijwar ên dagirkeriya Tirk tên, Fermandariya Giştî ya Parastina Gel ragihand ku ew amade ye gelê Kerkûkê biparêze.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş ji ANF'ê re got, "Liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li derdora Kerkûkê encama planekê ye û ji dewleta Tirk cuda nîne." Serdar Yektaş got, "Em amade ne gelê xwe yê li Başûr biparêzin."

Hevsrokê Partiya Kesek a Demokratîk Luqman Ehmê îşaret bi rola HPG`ê kir û got: "Divê PDK`ê rê li pêşiya HPG`ê veke da parastina gelê xwe yên li Kerkûkê bikin û astengiyan li hemberî vê yekê dernexe."

ꞌGELÊ KURDISTANÊ MORALÊ XWE JI HPG`Ê DIGIREꞌ

Luqman Ehmê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê moralên xwe ji gerîlayên HPG`ê digire û wiha domand: "Daxuyaniyên HPG`ê xwedî girîngiyeke mezin in, ji ber ku li ser bingeha rih û helwesteke kurdistanî ne ku pê tên naskirin. HPG`ê her tim amade ye li her deverê û her demê parastina gelê Kurd û Kurdistanê bike."

Ehmê îşaret pê kir ku HPG`ê ji dema hatiye avakirin ve parastina hemû parçeyên Kurdistanê dike û têkildarî vê yekê gav avêtin û diavêje.

Luqman Ehmê bi navê Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ên li dijî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şermezar kir û wiha axivî: "Mixabin li hemberî van sûcan hikumet û partiyên herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê bê deng in. Ev bêdengî dibe sedem ku hîn zêdetir li dijî sivîlan komkujiyan pêk bînin. Ev komkujî di çarçoveya peymana 9`ê Cotmeha 2019`an de ye û armanca wê ji nû ve qirkirina gelê êzidî ye."

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanê Luqman Ehmê diyar kir ku civaka êzidî di hemû waran de xwe bi rêxistin kir, niha xwedî hêz, rêveberî û parastin e û ji niha û şûn ve dê parastina xwe bike.

(eh)

ANHA