Ji çalakiya kovendanê ya li Helebê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin

Çalakiya konvendanê ya li Helebê ya bi diruşma "Dem dema azadiyê ye"di roja duyemîn de bi dawî bû. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe, banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Ji çalakiya kovendanê ya li Helebê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin
9 kanûn, 2021   17:35
HELEB

Di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de, ya bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan,  Kongra Star bi hevkariya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê duh kon çalakiya kon dabû destpêkirin. Çalakî îro bi dawî bû.

Nûnerên PYD, meclis û komînên taxên Şêxmeqsûdê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Parastina Civakî serdana konê kirin.

Di bin kon de çalakiyeke hate lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Xeta Şehîd Gulê Selmo Zeyneb Elî axivî, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û wiha got: "Faşîzma Tirk dixwaze bi rêya tecrîdê vîna gelên ku li ser fikir û felsefeya rêber APO dimeşin bişkîne, lê me dibêjin, dema dema azadiya rêbertiyî ye, bi rêya xurtkirina têkoşînê û bi hemû rêbazan wê azadiya rêbertî misoger bibe."

Zeyneb Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî û gertiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de bikevin tevgerê.

'RÊBERTÎ JI BO TEVAHÎ GELAN TÊ DIKOŞE'

Endamê Meclisa Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo, Ehmed Cafer jî got: "Rêber APO bi milyonan mirov ji zilm û koletiyê rizgar kirin. Rêber APO rêberê mirovahiyê ye û tu kes nikare vîn û berxwedana wî têk bibe, ji bo tevahî gelan ji 23 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de tê dikoşe û ev girtîgeh kir akademiya fikir û felsfeyê ye."

Li aliyekî din, endamê rêveber ê Komîna Şehîd Avaşîn, Ehmed Ebdullah bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û got: "Tirkiyê û hevkarên wê ji ramanê rêbertî yên neteweya demokratîk û biratiya gelan ditirsin."

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi israr em ê nesekinin û li tevahî qadan heta ku tecrîda li ser rêbertî were rakirin û azadiya wî were misogerkirin. Tevî qedexe û tecrîdê rêbertî bi berxwedan  û têkoşîna xwe û fikir û felsefeya xwe dikarî nêrîna cîhanê derbarê tevahî dozên li Rojhilata Navîn û cîhanê de biguherta.

Bi navê tevahî gelan û bi navê Însiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê em bang li civeta navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin ku derbarê doza birêz Abdullah Ocalan de helwesteke cidî û xurt nîşan bidin.

Her wiha em bang li tevahî cîhanê dikin ku em bi tevahî beşê civakê, hiqûqnas, siyasetmedar, dadew, rojnamevan û çalakvanên hiqûqî û mafên mirovan ên li tevahî cîhanê bi rêber Ocalan re ne, em ê çalakiyan berdewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî û ya tevahî girtiyên siyasî pêk were û edalet û demokratîk pêk were ya ku xwediyê raman û felsfeya mirovahiyê ragihandiye.

Ji bajarê Helebê em bang li tevahî piştevanên li cîhanê dikin ku ji bo azadiya rêber Ocalan bixebitin."

ANHA