Li Hesekê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan hate vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xwseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li bajarê Hesekê vekir. Ev peymangeh a yekemîn li se asta herêma Cizîrê ye.

Li Hesekê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan hate vekirin
9 kanûn, 2021   16:46
HESEKÊ

Piştî 244 xwendekarên di zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nehatin qebûlkirin, îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê li ser asta herêmê Peymangeha Amdekirina Mamosteyan vekir. Peymangeh li taxa Kelasê bi merasîmekê hate vekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis, cîgira hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şêtika, endamên komîteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û şandeya Zanîngeha Rojava tev li merasîma vekirina peymangehê bûn

.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl vekirina peymangehê li mamoste û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Rohat Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Ev peymangeh dê gelek xwendekarên ku dê di pêşerojê de zarokên me perwerde bikin, pêşwazî bike. Ji ber ku zanist girîngtirîn şeklên berxwedanê ye, ji lew re heta ji destên me were divê em xwe perwerde bikin."

Dûvre helbestvan Dilsoz Îbrahîm çend helbest xwendin û tê de rola mamoste di gihaştina nifşan de û ronîkirina rêyan destnîşan kir.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yunis deriyê peymangehê vekirin.

Di dawiya merasîmê de gerînendeyê peymangehê Azad Mehmûd axivî û îşaret bi girîngiya vekirina vê peymangehê kir.

Azad Mehmûd ji ajansê re diyar kir ku vekirina vê peymangehê li ser banga Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser e, da rewşa perwerde were pêşxistin û pêşeroja nifşan jî were geşkirin.

Mehmûd her neh beşên peymangehê ji ajansê re eşkere kir û got: "Ji zanistên giştî, zimanê îngilîzî, zimanê kurdî, wênexêzî, muzîk, bîrkarî û werzîşê pêk tê. Di halê hazir de jî 244 xwendekar hate qebûlkirin."

Azad Mehmûd da zanîn ku ew ê çend rojên pêş de li bajarê Qamişlo jî heman peymangeh were vekirin.

(eh)

ANHA