ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2021
8 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 65 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya PADK’ê Nîhad Remê piştevaniya xwe ji çalakgerên li deriyê Sêmalkayê re nîşan da û da zanîn ku gelê Kurd yek e, azar û dozê wî yek e û kiryarên PDK’ê ji bîr nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Til Koçerê parkekê bi navê "Rêber Ocalan" vedike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê 3 şehîdên QSD'ê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar di hundirê xaka Sûriyê de lê kir da ku herêmên dagirkirî qut bike.  Berpirsên Rêveberiya Xweser got: " Dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle hewl dide planên qirêj pêk bîne ku xaka Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roj bi roj azarên sûriyan zêdetir dibin. Ligel îsrara hikumeta Şamê ya dewamkirina zihniyeta xwe û neqebûlkirina diyalogê, hêviyên bidawîkirina aloziyê jî kêm dibin. Gelo herî zêde pêwîstiya kijan aliyê bi diyalogê heye?  û kî bidawîkirina azarên sûriyan asteng dike?

- Ebîr Êliya diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî kareseteke mirovî ne û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina dergehê Til koçer li pêşiya alîkariyên mirovî bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbata ciwanekî ku ji dema dagirkirina Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk ve winda ye, bang li hikumeta Tirk ku çarenûsa kurê wê diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên herêma Efrînê, tevî gelek zor û zehmetiyan jî dev ji xwendina xwe bernadin û dibêjin "Ger li bin dareke zeytûnê be, ger li bin konekê be, em ê xwendina xwe berdewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şangalê Azad Hisên got, dewleta Tirk kesayetên ku rola wan di rêxistinkirina civaka êzidî  de heye hedef digire da ku civakê bê rêxistin û vîna azad bihêle. Her wiha diyar kir ku hikumeta Iraqê berpisra êrişên li ser Şengalê ye. (BI WÊNE).

- Rahila Gupta da xuyakirin ku hevrûkirina PKK’ê û komên mîna DAIŞ’ê bê wate ye û diyar kir ku ji ber zextên dewleta Tirk PKK ji 'lîsteya terorê' nehatiye derxistin. (BI WÊNE).

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir bêyî girtina tedbîr û cezayan li hemberî Tirkiyê daxuyaniyên Yekitiya Ewropayê bê qîmet in. Her wiha bang li Yekitiya Ewropayê kir ku zextên cidî li rejîma Tirk bike heta ku mafên Kurdan nas bike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Di encama krîza aborî ya li welat de, zêdebûna astên gendelî û bertîlên bi navê diyarî an jî "şêranî" azarên sûriyan rojane zêde dibin, ew yek jî ji ber çavdêrî tune ye û li aliyekî din jî karmend mûçeyên hindik ku hikumeta Şamê dide wan, hincet digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya lêkolîneke nû ya pîşeyî hewl dide pirsgirêka qutbûna kehrebeyê li navçeya Til Temirê ya Hesekê çareser bike. Ji ber di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeyê de kehrebe ji ser zêdetirî 40 gundên bakurê navçeyê qut bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA