Rahila Gupta: PKK ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşe

Rahila Gupta da xuyakirin ku hevrûkirina PKK’ê û komên mîna DAIŞ’ê bê wate ye û diyar kir ku ji ber zextên dewleta Tirk PKK ji 'lîsteya terorê' nehatiye derxistin.

Rahila Gupta: PKK ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşe
8 kanûn, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ya DYA, Yekitiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê rojeveke sereke ya demên dawîn e. Ji bo vê jî gelek nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên cîhanê dixwazin dewleta Tirk demildest dev ji înkara Kurdan berde û PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin û wek nûnerê rewa yê gelê Kurd were qebûlkirin.

Nivîskar û senarîst Rahila Gupta ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û zexta li ser gelê Kurd bê sekinandin û anî ziman ku divê têkoşîna ji bo vê yekê bê xurtkirin.

Rahila Gupta di destpêka axaftina xwe de got: “Şervanên azadiyê yên gelekî, “terorîstê” hinekên din e. Ev gotin klîşe be jî, bi awayekî zelal jê tê dîtin ku nêrîna cîhanê ya li PKK'ê çi qasî bê qusûr e."

'JI BO AZADIYA GELÊN BINDEST DIVÊ BI SER DESTHILATAN DE BIÇIN’

Rahila Gupta diyar kir ku ji bo azadiya gelên bindest divê bi ser hêzên desthilatê de biçin û wiha axivî: “Zext çi qasî giran bin, berxwedan jî ew qasî mezin dibe. Carinan wekî ku PKK dike, mirov hewcedarî têkoşîna bi çekan jî dibe. Divê em fêm bikin bê ka ji bo xelasî yan jî tepisandinê tundî tê bikaranîn an na, ev nîşaneya bêhêziyê yan jî hêzê ye."  

Rahila Gupta destnîşan kir ku hevrûkirina PKK'ê bi DAŞ'ê û komên mîna wê yên terorîst re, nayê qebûlkirin û got: "Bi taybetî koalîsyona DYA’yê ya li Sûriye û Iraqê bi YPG û YPJ’ê re ji hevkariyê razî bû ku her du jî xwedî heman fikran in. Modela pêkvejiyana ku niha li Rojava  derdikeve holê, berhema felsefeya PKK'ê ye ku li ser esasê jiyana ekolojîk û tevlêbûna jinan di rêveberiyê de ye. Ev felsefe û raman jî gelek hêzên demokrasiya Rojava dide şermkirin." 

Rahila Guptada got Ewropa cudahiya PKK û DAIŞ'ê baş dizane û destnîşan kir ku ji ber dewleta Tirk ku endama NATO'yê ye, bê helwest dimîne û wiha pê de çû:  "Ev hêz dixwazin Tirkiyê li cem xwe bihêlin. Polîtîkaya derve ya hêzên rojavayî her tim xwe dispêre rehetî û bêmentiqiyê. Bo nimûne; rewşa ku bi qismî bûye sedema pirsgirêka penaberan ku Tirkiye ji bo hêzên Rojava wek gefeke domdar bi kar tîne, ji ber têkiliyên dewleta Tirk ên bi cîranên xwe re ye. Ev yek dibe sedem ku çav li kiryarên dewleta Tirk bê girtin."  

‘KAMPANYAYEKE MEZIN PÊDIVIYEKE MECBÛRÎ YE’

Rahila Gupta diyar kir ku ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin, pêwîstî bi kampanyayeke wekî ya ji bo azadiya Nelson Mandela heye û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo PKK'ê di lîsteyê de bihêle gelekî hewl dide. Rahila Gupta got: “Kampanyayên bên meşandin divê ew qasî xurt bin ku hêzên rojavayî ji têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re poşman bike."

Rahila Gupta nîqaşên li ser derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ erênî dîtin û wiha rave kir: "Di nîqaşên dawîn ên li Parlamentoya Brîtanyayê de hem parlamenterên Partiya Karkeran û hem jî parlamenterên muhafezakar Crispin Blunt bang li    hikumetê kir ku ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ were derxistin, ji nû ve lîsteyê binirxîne. A rast, ev guherîneke mezin e. Divê ev yek xurttir bibe." 

Rahila Gupta biryara Dadgeha Belçîkayê jî bi bîr xist û polîtîkayên dewletên Ewropayê rexne kirin û got: “Di nîqaşan de parlamenterê Partiya Karkeran Lloyd Russell Moyle îşaret bi biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya sala 2017’an kir. Heyeta dadgehê bi hinceta ku endamên PKK'ê ne bersûcên ku rojname û radyoyên kurdî weşandine, red kirin. Têkoşîna neteweyekê, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye. Ev cudahî girîng e û divê ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê bê bikaranîn. Dewletên Ewropayê yên Kurd lê zêde ne, xebatên siyasî yên PKK'ê ji bo krîmînalîzekirina wan wek amûrekê bi kar anîn."  

Rahila Gupta got: "Em dizanin ku hêzên rojavayî qaşo xizmetê ji mafên mirovan, wekhevî û azadiyê re dikin. Ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin Ewropa xwe dispêre Tirkiyê û divê em rûyê rast ê dewleta Tirk bi têkoşîneke cidî nîşan bidin. Ji ber vê yekê divê bêhtir têkoşîn bê kirin."

RAHILA GUPTA KÎ YE?

Li Londonê ji dayik bû, di rojnameya Outwrite Women û piştre rojnameya Shelter de xebitî.

Pirtûka wê ya dawîn Don't Wake Me: The Ballad Of Nihal Armstrong di sala 2013’an de hat weşandin. Di sala 2014’an da ji bo xelatên Off-West Endê wek namzet hat nîşandan.

Ji rojnameyên Guardian û openDemocracy û her wiha gelek rojname û malperên din re dinivîse.

ANHA