​​​​​​​Li Sûriyê krîza aborî û trajediya jiyanî li benda çareseriya siyasî ne

Roj bi roj azarên sûriyan zêdetir dibin. Ligel îsrara hikumeta Şamê ya dewamkirina zihniyeta xwe û neqebûlkirina diyalogê, hêviyên bidawîkirina aloziyê jî kêm dibin. Gelo herî zêde pêwîstiya kijan aliyê bi diyalogê heye?  û kî bidawîkirina azarên sûriyan asteng dike?

​​​​​​​Li Sûriyê krîza aborî û trajediya jiyanî li benda çareseriya siyasî ne
8 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Bi berdewamkirina aloziya Sûriyêr re, azarên welatiyan li herêmên cuda bi taybet di warên aborî, jiyanî û civakî de zêde dibin.

Ji 2011`an û vir ve aboriya Sûriyê di qonaxa herî xirab re derbas dibe. Lîreyê Sûriyê hemberî dolar gelek qîmeta xwe winda kir. Di encamê de mûçe kêm bûn û lêçûna îdxalatan (madeyên ji derve tên standin) zêde bû.

Lê yê herî zêde ji vê aloziyê zirar dîtiye, welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dimînin in. Li wan herêman hema bêje hêmanên jiyanê tune ne. Hikumet tenê çend hezar lîre dide wan ku têra xwarinê jî nake.

Di vî warî de lêkolînerê Kurd Newaf Xelîl ji ajansa me re axivî û got: “Em behsa welatekî dikin ku ji 10 salan ve şerekî navxweyî, herêmî û navneteweyî lê rû dide. Bi sedan komên çekdar li dijî rejîmekê şer dikin ku ev 50 sal in siyaseteke zordest û desthildar dimeşîne. Ji lew re normal e ku rewş li vî welatî wiha be. Ji wê zêdetir, rejîm hîna bi wê zinhiyeta xwe ya kevin ve girêdayî ye. Yên ji aloziya Sûriyê jî sûd digirin jî pir in.”

HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Rewşa aborî û jiyanî li herêmên hikumeta Şamê ya herî dijwar e. Welatî di nava bêhevî û xizaniyê de dijîn, nirxê lîreyê Sûriyê daketiye û nirxên madeyên xwarinê zêdet bûye her wiha kehrebe saetên dirêj qut dibe û gaz û sotemenî peyda nabin.

Sala borî nirxê madeyên xwarinê duqat zêdetir bû. Bernameya Xurekê ya Cîhanê hişyarî da ku ji sedî 60 welatiyên sûrî anku 12.4 milyon kes bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji destpêka aloziyê ve, ev rêjeya herî mezin e ku hatiye tomarkirin.

Parên germkirinê negihaştin piraniya sûriyan. Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastin Mezaxtkeran ragihand ku ji sedî 70 malbat hîna para xwe ya sotemeniya germkirinê negirtiye. Ruxmî ku li hemû parêzgehan miqdara sotemeniya germkirinê ji 200 lîtreyî daxist 50 lîtreyî. Di Tebaxê de Wezareta Petrolê jî ragihand ku wê miqdara sotemeniya germkirinê heta çaryeka miqdara bingehîn kêm kiriye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe spartin welatiyan ragihand ku para sotemeniya germkirinê têrî zivistanê nake. Di rewşa normal de pêwîstiya her malbatekî bi 400 lître mazot heye.

SOHR`ê di 4`ê Mijdarê de destnîşan kir ku li gel gendeliya di nava saziyên hikumeta Şamê de, aloziyên aborî yên ji ber Qanûna Qeyser çêbûne, aloziyên jiyanî li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re didomin. Ya ku rewş xirabtir dike, bihabûna amûrên germkirinê, sotemenî û êzing in. Her wiha bihabûna madeyên xwarinê barên welatiyan girantir dikin li gel maşa kêm a karker û karmendan.

/kr/uploads/files/2021/12/07/204337_-copy.webp

Têkildarî vê rewşê rojnamevana sûrî Însaf Silêtîn ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo rewşa aborî û bandorên wê yên civakî, çi li herêmên hikumeta Şamê yan jî herêmên din ên Rêveberiya Xweser û herêmên di bin kontrola komên radîkal ên girêdayî dewleta Tirk de, heta em dikarin bêjin li seranserî erdnîgariya Sûriyê rewşeke aborî ya xirab heye ku bi awayekî neyînî bandorê li civakê dike.”

Însaf aloziya aborî begerand gelek sedeman û got: “ev krîza aborî vedigere bihabûna dolar, avahî, veguhastin, madeyên xwarinê, kirê û heta dermankirin. Li rex wê jî bihabûna madeyên sereke yên jiyanê û kêmbûna xebatên xizmetguzarî wekî înternetê û telefonê û qutbûna avê û hwd.”

Însaf Silêtîn piştrast kir ku xebatên xizmetguzariyê bi gelemperî bi rewşa aborî ve girêdayî ye û nabe rewşên siyasî, xizmetguzarî, aborî û leşkerî ji hev cuda bibin ji ber ku bi hev ve girêdayî ne.

Li aliyekî din muxalîfê sûrî Mistefa Qelecî got: “Şerekî dijwar li vî welatî rû da, axa wî ji aliyê 4 dewletan ve hat dagirkirin û her yek para xwe bir û veguherandin herêmên serweriyê. Di encamê de binesaziya Sûriyê wêran bû, kargeh hatin dizîn ku damara pîşesaziya Sûriyê bû, petrol û gaz ji budceya giştî derket, dorpêçeke neheqe hat ferzkirin herî dawîn Qeyser. Ji ber van hemû sedeman aboriya li Sûriyê wêran bû, hikumeta Şamê nema karî jêderên ku hema bêje tune ne, kontrol bike û bixe xizmeta welatiyan. Ya ku rewş xirabtir kir, gendeliya di hemû warên jiyanê de.”

HERÊMÊN SÛRIYÊ YÊN KU DEWLETA TIRK A DAGIRKER DAGIR KIRINE

Rewşa li wan herêman ji yên din nebaştir e. Li gel aloziya lîreyê Tirk ku li wan herêman li şûna lîreyê Sûriyê tê bikaranîn, nirxên madeyên xwarinê gelek biha bûn.

Dezgehên çapemeniyê ku agahiyên xwe spartin çalakvanên ji Idlibê, got li herêmên Idlib, Ezaz, Bab û Efrîn ên dagirkirî yên bakurê Helebê aloziya lîreyê Tirk hişt ku nirxên kelûpelan bi rêjeya ji sed 42 biha bibe.

Piştî bihabûna sotemenî ku şîrketa Weted a girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, şênî li herêmên dagirkirî tengezar bûn, nirxê cereya gazê gihaşt 137 lîreyê tirk, lîtreya benzînê bû 9.83 lîre, mazot cureya yekemîn ku ji derve tê 9.14 lîre, mazotê xwecihî 6.96 lîre. Ev bi giştî bandor li nirxên kelûpelan û lêçûnên barkirin û veguhastinê kir.

Bihayê kîloyek goştê gihaşt 55 lîre, kîloyek goştê berxê bi 70 lîre, kîloyek mirîşka zindî 14 lîre, zeyta nebatî jî bi 18 lîrTirk e. Her wiha bihayên cil û bergan ji sedî 48 zêde bûne, bi taybet cilên zivistanê, ji ber lêçûna hilbijarandin û veguhastinê. Di demekê de ku beşeke mezin ji gel bi rewşa jiyanî û lêçûnên karkeran ne li gorî zêdebûna nirxên kelûpelan e. Karker li Îdlib û gundewarên wê rojane lêçûna ku ji 25 lîreyên Tirk derbas nabe distînin.

Di heman çarçoveyê de, muxalifê Sûriyê Mistefa Qelecî got: "Rewşa herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û ajanên wê de ne baştir e, çavkaniyên wê ji aliyê serçeteyan ve têne talankirin da ku şer û çeteyên xwe fînanse bikin û di encamê de hebûna çeteyan mayînde bikin."

Lêkolînerê Kurd Newaf Xelîl got: "Eşkere ye ku her aliyek di şer de herêmên welat dabeş kirin. Hemû alîkariyên ku tê xwestin derbasî Sûriyê bibin, ji herêmên di bin kontrola Tirkiyê û komên wê de derbas dibin, lewma welatiyên Sûriyê sûdê ji vê alîkariyê nagirin. Ji ber vê yekê normal e ku rewş bi vî rengî bidome û ber bi xirabtirbûnê ve biçe, ji ber ku aboriya Sûriyê ber bi xirabûnê ve diçe û wekî em dibînin herêmên ku hîn jî di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne, rasterast ji kêmbûna nirxê lîreyê Tirk bandor dibin. Şerê hundirîn, hêzên çete, zihniyeta desthilatdar ku her tiştî ji bo xwe dixwaze û komên din, dibe sedem ku rewşa gelê Sûriyê li herêmê di bin kontrola rejîma Sûriyê û çeteyên wê de ye, xirabtir bibe."

HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Rewş li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda ye, ruxmî astengiyên mezin ên li pêş rêveberiy jî, madeyên bingehîn wekî sotemenî, xwarin û kehrebe lê hene.

Ev astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser; ambargoya ku ji aliyê hikumeta Şamê, dagirkeriya Tirkiyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ve tên ferzkirin, ev pirsgirêk bi vîtoya Rûsyayê ya li dijî derbasbûna alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji deriyê Til Koçer, zêde bûye.

Di nava pirsgirêkan de gefên Tirkiyê û sûcên wê ye. Tirkiye ava çemê Firatê û ava vexwarinê ya stasyona Elokê qut dike, ku avê ji bo nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarên wê re dabîn dike.

Nûçegihan Însaf Silêtîn got: "Ger em behsa cudahiyên di navbera herêman de bikin, dibe ku şert û mercên aborî ji herêmek bo herêmeke din cuda bin, li gorî çavkaniyên wê herêmê. Dibe ku li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de kêmasiya sotemeniyê hebe, ev kêmasî li herêmên Rêveberiya Xweser tune ye."

Însaf Silêtîn wiha dom kir: "Ev yek, ji ber gelek sedeman hebûna pirsgirêkên aborî di xizmetên li herêmên Rêveberiya Xweser de ji holê ranake, ji cezayên aborî yên ku em li ser hemû erdnîgariya Sûriyê dikişînin heta şerê siyasî û leşkerî li ser vê axê. Encamên vê pevçûnê bûne sedema gelek ziyanan, hem ji aliyê binesaziyê ve, hem jî ji aliyê kêmbûna gelek xizmetguzariyan ji ber nebûna çavkaniyan."

BINGEHA ALOZIYÊ SIYASÎ YE

Pispor dibêjin koka pirsgirêkên aborî û jiyanî li Sûriyê vedigere krîza siyasî ya berî şer û piştî şer.

Di vê çarçoveyê de, Însaf Silêtîn got: "Koka krîzê siyasî ye, lê mixabin her aliyek bi kêfa xwe vê koka siyasî şîrove dike. Em li ser cewherê vê koka siyasî û çawaniya vê kokê li hev nakin, her aliyek aliyê din ji bûyer û krîza Sûriyê berpirsyar dibîne, her aliyek tawanbaran li dijî hev dike, her aliyek xwe ji berpirsiyariyê dûr dixe."

Newaf Xelîl got: "Partiya Baas a ku di sala 63’an de bi darbeyê hat ser desthilatdariyê û piştî sala 1970’yî Esd bav hat, dewlet û civak anî vê rewşê, îsrar kir ku partiya Baas welat hikum bike li gor biryara 8 ku tê de hatiye ku partiya Baas dewlet û civakê birêve dibe."

Wiha domand:"Zihniyeta navendî, leşkerî û istixbaratî, zihniyeta kontrolkirina her tiştî, zihniyeta redkirina aliyê din hîna zindî ye û xeyal dike ku Sûriyê vegere beriya 2011`an ruxmî ku bûyerên beriya 2011`an Sûriyê gihand vê dojehê mîna ku navenda Cat Mahoz wesifandî.”

AXAFTINA LI SER BIDAWÎKIRINA TECRÎDA EREBÎ LI SER ŞAMÊ BÊ ENCAM E

Çavdêr diyar kirin ku piştî serdan û peywendiyên bi hin welatên ereban re wekî Îmarat û Urdun, hikumeta Şamê êdî pişta xwe dide rakirina tecrîda li ser wê ji aliyê welatên ereban be.

Têkildarî hevdîtin û serdanên dawîn ên di navbera dewletên Ereb û Şamê de Însaf Silêtin got: “Guhertinek di warê siyasî de heye ku dê bandorê li rewşa aborî bike lê kengî û çawa kesek nizane.”

Însaf wiha domand: “Em dikarin van nîşaneyan erênî binirxînin, lê heta niha rewş nehatiya guhertin. Axaftin pir e lê pratîk kêm e.”

Însaf Silêtîn got: “Mixabin rewşa aborî gelek dijwar e, bandorê li welatiya kiriye bi taybet di zivistanê. Agahî hene ku rewşa aborî, kehrebe, sotemenî mîna mazot, benzîn û gaz xirabtir bûye. Ev giştî dihêle em di bendewariyeke demdirêj de bin.”

DIYALOG RÊYA YEKANE YA XILASIYÊ YE YE

Li gel berdewamkirina aloziyê, sûrî li benda çareseriyeke siyasî ku alozî bi dawî bibe lê hemû hewldanên di vî warî de bi bin ketin.

Însaf Silêtîn wiha domand: “Rêya xilasiyê destpêkirina diyalogeke cidî û bi lez di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ye.”

Însaf diyar kir ku diyalog gelek dereng ma û divê bi lez pêk were ji ber ku ji bo berjewendiya hemûyan e û rewşa aborî ya dijwarî tenê bi destpêkirina diyalogeke cidî û aktîf re di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dê bi dawî bibe.

Însaf Silêtîn di nav nirxandina xwe de pirsî: “Ez nizanim heger mafê me heye em xwe nêzî hev bin û dest bidin hev. Gelo destûr heye bi rastî em diyalogeke sûrî-sûrî li dar bixin? Gelo derfet heye em berjewendiya niştimanî di ser her tiştî re bigirin? Gelo ev dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin û li ser hegemoniyê nakok in, dihêlin nêzîkatiyeke sûrî-sûrî pêk were?”

Her wiha Însaf diyar kir ku diyalog ne dijwar e, her tişt hazir e û hemû dizanin ku ev diyalog destpêka çareseriyê ye û wiha pê de çû: “Lê gelo aliyê navneteweyî wê vê diyalogê qebûl bikin, çavê xwe bigirin û li pêşiya her nêzîkbûnekê nebin asteng? Ev pirseke gelek mezin e û di vê rewşê de xwe dide pêş.”

Însaf Silêtîn nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Hêvî hene ku Rûsya sponseriya vê diyalogê bike û astengî werin derbaskirin. Bi taybet piştî ku şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di vê dawiyê de serdana Moskova kir. Lê hêvî bi tenê têrê nake. Pêwîstî bi vîneke cidî û berpirsyariyekê ji hemû aliyan ve heye. Derengxistin ne ji berjewendiya tu kesî ye.”

Derbarê encamên vê diyalogê de Însaf Silêtîn ev yek destnîşan kir: "Helbet encamên wê erênî ne. Ji ber ku berhemên binerd ên Sûriyê li bakur û rojhilatê wê ne ku li wê derê xebatên xizmetguzarî kêm in û bi gefên dewleta Tirk re rû bi rû mane. Di nav de qutkirina afê û kehrebeyê.

Însaf Silêtîn daxuyand ku kêmbûna xebatên xizmetguzarî û gef ne tenê azarên welatiyên li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne û wiha pê de çû: "Di heman demê de li herêmên bakur û rojhilatê welêt ewlehî û istiqrarê tunene, sedema vê yekê di radeya yekemîn de êriş û gefên dewleta Tirk e ku di encamê de xebatên xizmetguzarî kêm in, mîna qutkirina ava stasyona Elok û kehrebeyê."

Însaf Silêtîn têkildarî encamên erênî yên diyalogî got: “Dê bandorê li hemûyan bike, berhemên Sûriyê dê li sûriyan bên belavkirin. Dê xebat, ewlehî û berpirsyarî werin parvekirin. Di sêrî de  berpirsyariya parastina welat û parvekirina xemên neteweyî yên mezin ên têkildarî gefên derve. Dê lawê Şamê bi lawê Qamişloyê parastina welat bike û di heman demê de lawê Qamişlo, Dirbêsiyê û Dêrikê bi lawê Hims, Heleb, Laziqiye û Derayê berhemên petrolê li hev parve bikin.”

Newaf Xelîl jî got: “Çiqas aliyên Sûriyê ji hev dûr bin jî lê diyalog pêwîst e.”

Newaf Xelîl wiha pê de çû: “Lê kî wê rejîm bi diyalogê îqna bike? tiştek din gelo Rûsya û Îran dê lihev bikin ku fişarê li rejîmê bikin da ku diyalogê qebûl bike? xwezaya rejîmê diyalogê qebûl nake. Ne rejîm û ne jî serokê wê û zilamên wê fêrî diyalogê nebûne. Nehêsan e ku ew bi diyalogê îqna bibin heger Rûsya û Îranê fişarê lê bike wê demê diyalog dê pêk were.”

Newaf Xelîl di dawiyê de got: “Heke rejîm li ser masaya diyalogê rûnişt, li ser dozên bingehîn ên têkildarî nenavendîbûna dewletê, statuya taybet a bakur û rojhilatê Sûriyê û QSD`ê qebûl bike, wê demê rewş wê cuda be. Teqez dê bandor li tevahî welêt bike heta yên di bin kontrola komên terorîst û dewleta Tirk de. Di dawiyê de di warê aborî de, gavên vekirî hene.”

(şx, dx)

ANHA