​​​​​​​'Divê civata navneteweyî li hemberî dewletên ku destekê didin DAIŞ'ê bisekinin'

Pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku pêwîst e civata navneteweyî, hêzên herêmî û  yên têkildar li hemberî rêxistinên tundraw û DAIŞ'ê û dewletên ku destekê didin wan, di serî de Tirkiyê bisekinin.

​​​​​​​'Divê civata navneteweyî li hemberî dewletên ku destekê didin DAIŞ'ê bisekinin'
7 kanûn, 2021   05:22
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Çeteyên DAIŞ'ê ji destpêka Kanûnê ve êrişî herêmên "Bi nakok" yên Başûrê Kurdistanê dikin. Di encama van êrişan de bi dehan pêşmerge û welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

5'ê Kanûnê, berpirsê YNK'ê yê navçeya Sergeran a Kerkûkê Remedan Osman ji ajansa Bexdad News re axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê gundê Lihêban ê derdora 70 malbat lê dimînin kontrol kirin, piştî ku malên wan şewitandin. Her wiha da zanîn ku tu sewqiyatên leşkerî yên pêşmerge yan jî artêşa Iraqê negihiştine wê herêmê.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de got: "Şeva 5-6 Kanûna 2021'an terorîstên DAIŞ'ê êrişeke hovane bire ser baregeha Tûgeya 126'an a Hêzên Pêşmerge ya nêzî gundê Qere Salim. Di encama êrişa nemerdane ya terorîstan de şehîd û birîndarên pêşmergeyên çêbûn. Rewş niha di bin kontrola hêzên me de ye."

'CIVATA NAVNETEWEYÎ BI AWAYEKÎ MEZIN PIŞTEVANIYA KURDAN NAKE'

Têkildarî êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û tevgerên şandeyên veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA'yê re axivî û eşkere kir ku civata navneteweyî bi giranî xemsariyê di piştevaniya gelê Kurd de, bi taybetî li herêmên bi nakok dike.

Edîb destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê sûdê ji zextên giran ên ji aliyê hikumetên herêmê ve, çi Iraq be ya Sûriyê be yên li ser niştecihên herêmên bi nakok digire ji ber vê yekê çalakiyên xwe zêde dike, her wiha sûdê ji zextên dewleta Tirk a dagirker ên li sr Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire.

Munîr Edîb diyar kir ku rêxistina çeteyên DAIŞ'ê hîna bi dawî nebûye û wiha domand: "Rast e serokê berê ya Amerîkayê Donald Trump 23'yê Adara 2019'an ragihand ku DAIŞ bi dawî bûye, rast e rêxistina DAIŞ di erdîngariyê de ket, lê di piratîkê de neketiye û hîna jî çalakiyan bi bandor li dar dixin."

Edîb li ser sedemên çalakiyên DAIŞ'ê yên dawî wiha axivî: "Li herêmê hêzin hene şerê DAIŞ û rêxistinên tundaw dikin. Li vir behsa Hêzên Sûriya Demokratîk dikim ku şerê DAIŞ'ê dikin, lê dagirkeriya Tirk şerê van hêzan dike û bi domdarî êrişî wan dike."

Edîb destnîşan kir ku civata navneteweyî erka xwe ya rasteqîn li hemberî DAIŞ'ê bi cih nayîne û li gorî tê xwestin destekê nade QSD'ê ya ku şerê DAIŞ û rêxistinên terorîst dike. Edîb got: "Her wiha heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan destek nedaye."

ÇAWA DÊ DAIŞ BI TEMAMÎ WERE TUNEKIRIN?

Munîr Edîb îşaret pê kir ku tunekirina DAIŞ bi temamî xebateke xurt û rabûna li hemberî dewletên ku destekê didin DAIŞ  û rêxistinên terorîst di serî de Tirkiyê pêwîst dike û wiha pê de çû: "Pirsgirêkek di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk û gelê Kurd bi giştî d heye. Dijminahiyek di navbera Hêzên Sûriya Demokratî û rêxistinên terorîst û DAIŞ'ê de heye, ji ber vê yekê Tirkiyê li hemberî Hêzên Sûriya Demokratî xwe li aliyê DAIŞ û rêxistinên terorost girt."

Munîr Edîb destnîşan kir ku ku "Pirsgirêka rasteqîne di rûbirûbûna çekdarên DAIŞ'ê de, çi ji aliyê hêzên hikumeta Iraqê û çi ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve heye. Ev pirsgirêk, nêrîneke stratejîk ji bo sekna li hemberî van rêxistinên tundraw tune ye, her wiha di destekdayîna van rêxistinan de ji aliyê dewletên herêmî a jî saziyên îstîxbaratê yên hin dewletan ve berjwendiyên siyasî hene. Ev pirsgirêk dibin sedem ku ev rêxistin bi hêz bibin ku çalakiyan li dar bixin mîna ku li gundê Lihêban ê herêma Kurdistanê pêk anîbûn."

Pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb di dawiya axaftina xwe de got: "Divê civata navneteweyî, hêzên herêmî û hêzên têkildarî tê bighêjin ku pêwîst e li hemberî rêxistinên tundraw û DAIŞ'ê li hev bikin û li hemberî van rêxistinan û dewletên ku rasterast an jî ne rasterast destekê didin wan, bisekinin."

ANHA