'Ambargo berdewam e û Rûsya sozên xwe bi cih neanîn'

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab diyar kir ku hikumeta Şamê ambargoyê li ser herêmê didomîne û Rûsya sozên ku dabû desteyê bi cih neanîn.

'Ambargo berdewam e û Rûsya sozên xwe bi cih neanîn'
7 kanûn, 2021   07:08
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, roj bi roj azarên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê zêdetir dibin, ji ber ku derman û pêwîstiyên tibî derbasî herêmê nabin.

Ji beriya 4 salan ve hikumeta Şamê heman siyasetê li dijî gelê herêmê dimeşîne û ji hemû aliyan ve ambargoyê ferz dike.

Li ser rêya di navbera bajarê Helebê û kantona Şehbayê de ku tenê 15 kîlometre ye, 4 bendên kontrolê yên şaxên ewlekariya dewletê, îstixbarata hewayî, furqeya çaran û ewlekariya leşkerî hene û çekên giran û navîn hatine bicihkirin.

Hikumeta Şamê rê nade ambulansên taybet bi nexweşxaneyê ku nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên bajarê Helebê, di encamê vê yekê de gelek zarokên koçber ên Efrînê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab ji ajansê re axivî û got: "Herêmên me wekî herêmên din ên Sûriyê ne ku ji ber ambargo, girtina gelek kargehan, keysbaziya bazirganan û depokirina dermanan zehmetiya kêmbûna dermanan dikişînin. Li ser vê yekê nirxê derman zêde bûye. Lê li kantona Şehbayê sedema sereke ya bilindbûna nirxên dermanan ew e ku hikumeta Şamê ambargo ferz kiriye û bi rêya saziyên xwe yên ewlekariyê bacên derqanûnî li ser dermanên ku derbasî herêmê dibin, dixwazin."

Şebab diyar kir ku Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê alîkariya tenduristî bêpere pêşkêşî şêniyan dike çi li nexweşxanê be yan jî li navendên tenduristiyê be û wiha dewam kir: "Lê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û kiryarên wê yên çewisandinê azarên welatiyan zêde dibe."

ꞌRÛSYA SOZÊN DEREW DIDE'

Şebab bal kişand ser serdanên xwe yên ji baregeha hêzên Rûsyayê re ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê û sozên ku polîsên rûs û hikumeta Şamê dan û wiha pê de çû: " Di hevdîtinên me yên li gel efserên rûs de pêşwaziya me kirin, daxwazên me qebûl kirin, piştgirî dan ku ew mijarên mirovî, di nav de derbaskirina dermanan û veguhestina nexweşxan ji bo bajarê Helebê polîtîze nakin. Lê heya niha heman siyasetê didomînin, rê nadin ku derman derbasî herêmê bibin û sozên xwe bi cih nayînin."

Hevserok Mihemed Nûr Şebab ev li gotina xwe zêdê kir: "Têkildarî ambargoyê, em bi polîsên rûs re civiyan û her carê jî soz didan me, lê sozên xwe pêk nedianîn. Polîs hewl didin saziyên xwe yên li herêma Şehbayê rewa bikin, ruxmî ku hin ji wan hene, lê dîsa jî tiştekî pêşkêş nakin û hewcedariyên welatiyan ji dermanan dabîn nakin."

Derbarê rola komeleyên tenduristiyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab ev nirxandin kir: "Em nikarin xwe bispêrin komeleyên tenduristiyê yên ku derbasî herêmên Şehbayê dibin, ji ber ku tiştekî ji welatiyan re pêşkêş nakin û barê xizmetguzariyên tenduristiyê li ser milên saziyên Rêveberiya Xweser dimîne."

(eh)

ANHA