Welatparêzek: PKK`ê doza Kurd gihand cîhanê

Kesayeta welatparêz Ebdulbaqî Elî diyar kir ku PKK`ê doza Kurdan gihand cîhanê û ji bo welat wateya rastîn a têkoşîn û berxwedanê nîşan da. Elî îşaret bi têkiliyên di navbera kadroyên tevgerê û civakê de kir û got, ji gundekî heta gundekî dimeşiyan da serdana welatiyan bikin.

Welatparêzek: PKK`ê doza Kurd gihand cîhanê
7 kanûn, 2021   02:50
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Ebdulbaqî Elî yek ji kesayetên welatparêz ên navçeya Dirbêsiyê ye ku ji destpêka damezirandinê ve Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û kadroyên wê nas kiriye. 

Elî 1981`ê dema leşkertiya hêzên hikumeta Şamê dikir, bi rêya xwendekaran PKK`ê nas kir û kadroyên wê li mala xwe dîtin.

Ebdulbaqî Elî diyar kir ku di civîna yekemîn a partiyê de kadorên partiyê, rihê wan ên welatparêzî û danûstandinên wan ên mutewazin bi şêniyan re gelek bandor lê kirin.

Aliyên ku herî zêde bala Elî kişandine û bandor lê kirine, mijarên ku endamên partiyê bi welatiyan re nîqaş dikirin e, ji wan siyaset, xweparastin û nîqaşên wan ên bi saetan bi derdorê re ne. Her wiha ronakbîrî û nêrînên wan ên cihêwaz bûn.

Dema PKK`ê derbasî Sûriyê bû, gelek partiyên din hebûn, ji wan Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ku wê demê Ebdulbaqî Elî endamekî wê bû. Elî li ser vê yekê ev axaftin kir: "Dema min PKK`ê nas kir, min dest bi hevrûkirina her du partiyan kir. PKK`ê li ser bingeha fikir û îdeolojiya proleterya, hatiye avakirin û endamên wê jî xwendekarên zanîngehan bûn, anku berovajî partiyên din bû ku li ser bingeha eşîrtî û begtiyê hatibûn avakirin."

ꞌKADROYÊN PKK`Ê JI BO BELAVKIRINA FIKIRÊN XWE ZEHMETÎ DIKIŞANDINꞌ

Ebdulbaqî Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Di demekê de ku PKK`ê nirxê ferd û asta girîngiya wan di civakê û avakirina weleta de dan naskirin, nirxê mirovan bi asta nêzîkbûna ferdan bi began ve dihat pîvandin, bi vê yekê me xwe înkar dikir."

Bi nêrîna Elî, tişta dihişt endamên PKK`ê cuda bin, xebata wan a armanca avakirina civakê bû û wiha dewam kir: "Ji gundekî heta gundekî dimeşiyan da serdana welatiyan bikin, bi rojan bêyî xwarin diman û ji bo belavkirina fikirê partiyê di rewşên zor û zehmet de derbas dibûn."

Li vir nakokî li cem Ebdulbaqî Elî çêdibin û ev pirs ji xwe dikir, gelo li hemberî kar û xebata PKK`ê ji bo doza Kurd dike, ew çêdikin? Elî da zanîn ku bi vê yekê kadroyên PKK`ê giraniya xwe di nav gel de çêkir û yekser parçebûn di nav partiyên din de çêbûn û tev li PKK`ê dibûn.

1987`an Elî yek ji endamên Partî bû, lê piştî ku îdeolojiya PKK`ê nas dike û fikirê wê bandor lê dike, bi endamên partiya xwe re nîqaş dike, daxwaz ji wan kir ku perespektîvên xwe biguherînin û ji PKK'ê ku canê xwe ji bo doza kurdî feda dikin, mînak bigirin.

Ebdulbaqî Elî diyar kir endamên partiya wî jê re digotin, tu apoçî yî û wî jî ji wan re digot: "Belê ez apoçî me û divê em wekî rihê Mezlûm û Xeyrî tev bigerin."

ꞌLI HEMBERÎ BERDÊLÊN PARTIYÊ ÊDÎ METIRSÎ NEMAYEꞌ

Elî têkildarî girêdana xwe ya bi tevgera apoçiyetê wiha axivî: "Li berambrî berdêlên ku endamên partiyê dane û hîn didin, êdî metirsî nemaye û em tu rojê natirsin ku ji aliyê hikumtê ve bên girtin. Me her tim digot, li beramberî fedekariyan PKK'ê me tu tişt nekiriye."

Bi tawana danûstandina bi kadroyên PKK`ê re, Ebdulbaqî Elî gelek caran ji aliyê ewlekariya hikumeta Şamê ve hate binçavkirin û derdora salekê jî li Şaxê Filistîn ê hikumetê girtî ma û di lêpirsînê de îşkence lê hate kirin.

Elî destnîşan kir ku cîranê wî  yê alîgirên Baas'ê, PKK'ê nas kirin û jê hez kirin: " Piştî cîranên min PKK`ê nas kir, gelekî jê hez kir, ji ber ku ev partî di exlaq û têkiliyên xwe de dilnizim bû. Tenê dîwarek di navbera mala min û mala cîranê min de hebû, lê ruxmî vê yekê tu carî gelaciya min an a kadroyên partiyê nekir."

ꞌ DI REWŞEKE DIJWAR DE JINAN ŞER DIKIRꞌ

Eliyê welatparêz hestên xwe dema ku cara yekemîn gerîlayên jin dibîne wiha tîne ziman: "Aliyê herî zêde ku bandor li min kir, dema min cara yekemîn jinên Kurd di nava refên PKK'ê de dîtin ku di rewşên herî dijwar de, li gel ambargoya giran a ku dewleta Tirk a dagirker a jî hikumeta Şamê ferz kiribûn, ji bo doza kurdî şer dikirin. Ji ber vîna gerîlayên jin ez matmayî mam. Di demekê de ku îradeya jinên Kurd ji ber urf û edetên kevnar hatibû tunekirin civakê bi matmayîn li vîna gerîlayên jin dinêrî û bi vê yekê nêrîna civakê ya li hemberî rastiya jinan hate guhertin."

ꞌDÎTINA RÊBER ABDULLAH OCALAN XEWN BÛꞌ

Ebdulbaqî Elî 1991-1992`an bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û dîtina rêbertî wekî xewnekê bi nav dike û wiha dibêj: "Dema min endamên PKK`ê bi vî fikirê niştimanî û şoreşgerî dît, ez gelekî teşwîqî dîtina rêberê vî fikirê bûm. Bi hevdîtinê re min sedemên ku hiştiye cîhan ji rêber Ocalan hez bike, nas kir. Pirr dilnizim bû, gelekî dişibiya pêxemberan, hezkirina xwe di dilê çi kesên ew didîtin de çêkir, ji ber ku li nêrîn û derdên welatiyan guhdarî dikir û tim pirsa beşên civakê yên cihêwaz dikir."

Elî diyar kir ku dema bi rêber Abdullah Ocalan re civiya, ji rastiya heyî piştrast bû ku PKK'ê bersiva hikmê beg û axayan e ku wê demê herêm bi rê ve dibirin û got, rêber Ocalan her tim pirsa rewşa eşîr, axa û nêrînên wan dikir.

Ebdulbaqî Elî diyar kir ku pîvanên kurdîtiyê yên wê demê li gorî derfetan dihat guhartin, hinan alîkarî dida kadroyên partiyê yên ku jiyana xwe ji bo doza Kurd veqetandibûn û ciwan tev li partiyê dibûn. Wê demê zêdetirî ku mirov canê xwe ji bo axa welat feda bike, tune bû. Elî destnîşan kir ku pîvan nehatine guhartin û hezkirin û wefadariya ji welêt re hîna heye.

ꞌMIROV TU CARÎ NIKARE GUMANÊ BI NIŞTIMANPARÊZIYA PKK`Ê BIKEꞌ

Elî bal kişand ser niştimanparêziya partiyê û wiha pê de çû: "Gumana bi niştimanparêziya PKK`ê tune ye, nexasim dema mirov dibîne jin û mêr çekê radikin û ji bo doza Kurd û pêkanîna pêşerojeke baştir ji nifşên bê re ku bêyî zilim be, rihê xwe feda dikin. Wê demê mirov çawa dikare gumanê bi niştimanparêziya wan bike. Bi gotineke din ma gelo ji nitimanparêziyeke wiha zêdetirî tiştekî din heye?"

Ji bîranînên herî zêde ku bandor li Elî kir, helwesta berxwedan û israra şehîd Dicle bû ku piştre bi şehadeta wê û Eyhan û Berçem bihîst.

Ebdulbaqî Elî navên şehîd Dicle û Eyhan li keçên xwe kirin. Keça wî Dicle 2012`an tev li nav refên gerîlayan bû.

Ebdulbaqî Elî da zanîn ku hebûna doza kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî PKK`ê û rêber Abdullah Ocalan ne mumkin e û got: " Çareseriya doza kurdî dê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan be ku jiyana xwe ji bo vê yekê veqetandiye. Her wiha bi rêya gerîla û hêzên leşkerî yên li Rojava be ku DAIŞ`ê têk birin."

Welatparêz Ebdulbaqî Elî bi domdarî got: "Ruxmî dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya 6 mehan de teknolojiya pêşketî bi kar anî, lê nekarî berxwedan û israra gerîlayên li çiyayê Kurdistanê bişkîne, em teqez dikin ku dê doza kurdî bi saya wan bi ser bikeve."

ꞌSLOGANA BERXWEDAN JIYAN E BANDOR LÊ KIRꞌ

Tişta herî zêde hişt Elî bi doza Kurd û PKK`ê ve were girêdan, baweriya bi partiyê û hêza jinên Kurd bû ku hişmendiya mêrdestî têk bir. Elî destnîşan kir ku Mezlûm Doxan ku dema agir berda canê got "Berxwedan jiyan e û teslîmkarî îxanet e" bandor lê kir, her wiha fikir û felsefeya rêber Ocalan bandor lê kir.

Partiyê rihê têkoşîn û berxwedan li cem Elî afirand, nexasim piştî ji aliyê hikumeta Şamê ve hate girtin. Elî têkildarî vê yekê wiha axivî: "Di girtîgehê de min rihê berxwedanê ji têkoşîna girtîgeha Amedê werdigirt û ev e ya ku ferqeke erênî di kesayeta min de çêkir ku çi bibe jî ez teslîm nebin û xayîn nekevim."

ꞌPKK`Ê DOZA KURDAN GIHAND CÎHANÊꞌ

Ebdulbaqî Elî îşaret bi rola PKK`ê di doza Kurdan de û têkoşîna wê ya 44 salan kir û wiha dom da axaftina xwe: "PKK'ê ku ne wekî şoreşên Kurdan ên din e. Ji wan şoreşa Şêx Seîd, Seîd Riza û serhildanên Kurdan ên li Cizîra Botan ku çawa serkêşên wan hatin girtin, tune bûn, dibe ku sedema vê yekê fikirê eşîrtî, tevlênebûna jinan û ciwanan ji têkoşîn û naskirina girîngiya wê re be."

Ebdulbaqî Elî destnîşan kir ku PKK`ê doza Kurdan gihand asta cîhanî, mînaka vê yekê jî tevlêbûna kesên enternaltionalîst a ji tevgerê re û şerê ku li çiyayên Kurdistanê didin meşandin.

(eh)

ANHA