​​​​​​​QSD'ê hewldana çeteyan a ketina gundekî Eyn Îsayê têk bir

Şervanên QSD'ê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundekî Eyn Îsayê têk bir, gelek çete hatin kuştin.

​​​​​​​QSD'ê hewldana çeteyan a ketina gundekî Eyn Îsayê têk bir
6 kanûn, 2021   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundewarê Eyn Îsayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me bersiva êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk ên li ser gundê Sigîro yê rojhilatê Eyn Îsayê têk birin û gelek kuştiyên çeteyan çêbûn.

Çeteyên dagirkeriya Tirk îro duşemê 6'ê Kanûnê saet 19:00'an ê vê êvarî hewl dan têkevin gundê Sigîro. Hêzên me bersiva wan da û gelek çetehatin kuştin û yên din neçar man ku birevin.

Piştî têkçûna vê hewldanê, çeteyan gund bi çekên giran topbaran kirin da ku cenazeyên kuştiyên xwe bibin."

Navenda Ragihandina QSD'ê ragihand ku ew ê di çend saetên pêş de agahiyên berfireh li ser vê yekê parve bikin.

ANHA