DAIŞ'ê êrişî pêşmergeyên li Giwêrê kir

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyên li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr a girêdayî Mexmûrê kir.

DAIŞ'ê êrişî pêşmergeyên li Giwêrê kir
6 kanûn, 2021   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF’ê, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr a girêdayî naçveya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve êrişî hêzên pêşmergeyan kir.

Di encama bersivdayina pêşmergeyan de di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Têkildarî mijarê heya niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedaran ve nehatiye dayîn.