Hikumeta Kazimî derbarê êrişên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da zanîn ku wê operasyonên wan li dijî DAIŞ’ê berfireh bibin û got "Hin komên din ên çekar jî dixwazin li dijî dewletê bisekinin, lê tu kes di ser qanûnê re tune ye û em ê li dijî wan bisekinin."

Hikumeta Kazimî derbarê êrişên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da
6 kanûn, 2021   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku wê operasyonên wan ên li dijî bermahiyên DAIŞ’ê berfireh bibin û ev hişyariya sergirtî da: “Hinek komên din ên çekdarî jî dixwazin li dijî dewletê bisekinin, lê tu kes di ser qanûnê re tune ye,  em ê li dijî wan rawestin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser zêdebûna êrişên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Kazimî ragihand ku ew ê weke dewleta Iraqê bi hemû hêza xwe li dijî DAIŞ’ê bisekinin û got: “Wê operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê mezin bibin.”

Kazimî her wiha diyar kir îro balafirên Iraqê li nuqteyên DAIŞ’ê dane.

Kazimî li ser hinek gefên komên çete ku navê wan eşkere nekir jî ev peyam da: “Hinek kes dixwazin bi çek li dijî dewletê bisekinin. Lê tu kes di ser qanûnê re tune ye, em ê li hember wan rawestin.”