Muhyedîn Erselan: Şano dê roleke mezin di danasîna çanda kurdî ya kevnar de bilîze

Muhyedîn Erselan destnîşan kir ku dem hatiye ku şano roleke girîng di danasîna çanda kurdî û zengîniya wê de bilîze û diyar kir ku di nava şoreşa Rojava de şano gelekî bi pêş ve çûye.

Muhyedîn Erselan: Şano dê roleke mezin di danasîna çanda kurdî ya kevnar de bilîze
3 kanûn, 2021   08:33
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Di mîhrîcana şanoyê ya “Arîn keziyên aştiyê ye” de ku di 20`ê Mijdara borî de li bajarê Kobanê hate lidarxistin, ajansa me hevpeyvîn bi nivîskar û derhênerê sînema û şanoyê Muhyedîn Erselan re têkildarî rewşa şanoyê li Rojava, çêkir.

Mîhrîcana yekemîn a şanoyê li kantona Kobanê bi navê "Arîn keziyên aştiyê ye" li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin û bi pêşkêşkirina şanoyan ji aliyê komên bajarên Heleb, Reqa, Minbic, Tebqa, Şehba û Kobanê û 7 rojan dewan kir. Gel bi awayekî zêde berê xwe dida mîhrîcanê.

Têkildarî xebatên şanoyê li Rojava, Erselan wiha got: "Heke mirov rewşa şanoyê bi salên berê re bidin ber hev, em ê bibînin ku şano bûye ji hunerên sereke li herêmê. Beriya çend salan dema ku herêm di bin serweriya hikumeta Şamê de bû, şano yan jî hunerên din ên bi rengên kurdî qedexe bûn. Şano tenê her sal li ser Dika Newrozê dihatin pêşkêşkirin. Lê îro em behsa mîhrîcanên şanoyê dikin. Em dizanin ku di şoreşa Rojava de di warê şanoyê de gavên mezin hatin avêtin."

Erselan wiha domand: "Mirov dikare bibêje ku şano li Rojava wek zarokekî biçûk e û pêwîstiya bi lênihêrandinê heye. Divê piştgirî û destekdayîn ji şanoyê re were dayîn û werin hembêzkirin ku ji piraniya gelên cîhanê re bûye tiştekî normal. Ew fêrî vê yekê bûne lê li Rojava şano hunereke nû ye."

MÎHRÎCANÊN ŞANOYÊ LI ROJAVA

Di sala 2014`an de li kantona Efrînê ya dagirkirî yekemîn mîhrîcana şanoyê bi navê "Mîtan" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Li herêma Cizîrê jî di Adara 2021`an de Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma "Qîrîna Waşûkanî" bi beşdarbûna 9 komên şanoyê, bi dawî bû.

Mîhrîcan bûye kevneşopeke salane lê di sala 2018`an de ji ber ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, her wiha di sala 2020`an de ji ber vîrusa Koronayê mîhrîcan nehat lidarxistin.

‘ŞANO ÊŞA CIVAKÊ ÎFADE DIKE’

Muhyedîn Erselan îşaret bi rola şanoyê kir û wiha axivî: "Heke mirov behsa şano û rola wê ya mezin bike, girîngiyeke mezin a vê hunerê heye. Li gelek welatên cîhanê êşa civakê îfade dike û nûnertiya dozên wê dike."

Erselan wiha domand: "Lê li herêmên me şano vê rolê pêk nayne. Ev jî nayê wateya ku sûda wê tune ye. Lê belê ez behsa zehmetî û astengiyên ku dibin sedem û dihêlin giranî di pêkanîna gavên mezin di şanoyê de were kirin, dikim. Mînaka wê tunebûna nivîskarên şanoyê yên Kurd in. Her wiha kesayetên ku destekê bidin şanoya kurdî, tune ne."

Têkildarî zehmetiyên din ku rastî şanoyê li Rojava tên, Erselan ev tişt anî ziman: "Pirgirêkek heye divê mirov behsa wê bike. Ew di hemû huneran de heye, nexasim di şanoyê de. Kêmbûna pisporên di vî warî de. Ev yek girêdayî rewşa herêmê ya ku di nava salan de hatiye paşguhkirin. Lê avakirina kesayetên pispor di hunerê de, mîhrîcanên ku salane têne lidarxistin, hene. Ev yek jî bandoreke mezin li avakirina kesayetên afirîner di warê şanoyê de û veguhastina pisporiya hunerî dike."

‘ZENGÎNIYA ÇANDA ME BI HEZARAN ÇÎROKÊN ŞANOYÊ DIDE ME’

Muhyedîn Erselan diyar kir ku şanoya kurdî xwedî şanseke mezin e û ev tişt anî ziman: “Bi rastî ez bêjim ku şansê me heye, ji ber ku em di vê erdnîgariyê de dijîn. Welatê me xwedî çand û dîrokeke pir kevnar e. Em bi vê yekê ji gelên din cuda ne. Em dikarin bi hezeran çîrokên têkildarî jiyana li ser vê erdnîgariyê zengîn, çand û şaristaniyan ku li ser hatine kirin, çêkin. Heke mirov piçekî lêkolîn bike û balê bide hin şanoyên cîhanî û çîrokên wan, em ê bibînin ku ew ji vir hatine girtin, ji dergûşa şaristaniya mirovahiyê, ji Kevana Zêrîn."

Erselan got: "Dem hatiye ku ev çîrok li ser dika şanoyê werin pêşkêşkirin û nifş zengîniya çanda kurdî nas bikin. Gelê me yê Kurd ji şanoyê hez dike û me ev yek di mîhrîcanan de dît."

Muhyedîn Erselan piştrast kir ku cîhanê bi rêya berxwedana leşkerî şoreşa Rojava nas kir û diyar kir ku divê ev şoreşa pîroz di aliyê çandî de ji cîhanê were pênasekirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em gelekî kevnar in. Divê em vê yekê ji cîhanê re îsbat bikin. Ez texmîn dikim ku şano dê roleke mezin di vî warî de bilîze."

(bx)

ANHA