‛Hikumeta Şamê hewl dide modela Dera li Dêrazorê pêk bîne’

Endamên rêvebr ên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê da zanîn ku hikumeta Şamê bi rêya belavkirina gotegot, fitne û tevliheviya ewlehiyê hewl dide modela Dera li herêmên Rêveberiya Xweser û bi taybet li Dêrazorê pêk bîne.

‛Hikumeta Şamê hewl dide modela Dera li Dêrazorê pêk bîne’
3 kanûn, 2021   07:53
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed El-Receb têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got: "Hikumeta Şamê hewl dide tiştê li Derayê pêk aniye li Dêrazorê jî pêk bîne. Lê ji bîr kiriye ku tişta ku li Derayê pêk hatiye, peymana di navbera komên çekdar de çêbû ku li gorî hikumeta Şamê ew komên li derveyî qanûnê ne."

/ar/uploads/files/2021/12/02/194608_00027.mts.17_38_27_12.still001-nskhh.webp

El-Receb wiha domand: "Rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser aram e û rêveberiyek tevî hemû saziyên xwe li ser rûyê erdê xwe bi rê ve dibe û amade ye ku ji bo pêşerojê bi hikumeta Şamê re diyalogan pêk bîne. Divê diyalog li gorî rêgezan pêk werin ji ber ku rewşa herêmên Rêveberiya Xweser cudayî rewşa Dera ye."

El-Receb destnîşan kir ku şerê taybet ku hikumeta Şamê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dimeşîne bi aramanca têkbirina vîna gelên herêmê û derxistina tevliheviyê ye. Hikumeta Şamê tevgera siyasî ya Rêveberiya Xweser û bangên wê yên ji bo diyalogê bi lawaztiya rêveberiyê şîrove dike û difikire ku wê rêveberî tawîzan bide. Lê ev yek ne rast e, ji ber ku Rêveberiya Xweser bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê bang li pêkanîna diyalogê dike, ne ku lawaz e wek hikumeta Şamê dixwaze bide diyarkirin."

El-Receb teqez kir ku Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên siyasî her tim ji bo diyalogê amade ne, ji ber ku rêgez û xebatên wan, ji bo çareserkirina krîzê û naskirina Rêveberiya Xweser in û wiha domand: "Em bi diyalogê bawer in, ji ber ku doza Sûriyê dê bi rêya diyalogeke giştî ku mafên hemû pêkhateyan tê de hebe, çareser bibe, ji ber vê yekê em berê xwe didin diyalogan."

/ar/uploads/files/2021/12/02/194638_00025.00_02_26_23.still002.webp

Têkildarî heman mijarê berdevka jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mûna El-Hemadê ji ajansa me re ev tişt anî ziman: "Digel rewşên li Dêrazorê, ji şerê taybet, propoganda û belavkirina gotegotan eşkere ye ku armanca hikumeta Şamê derxistina tevliheviya ewlehî û têkbirina aramiya li herêmê ye. Ji bo bersivdana mîna van binpêkirinan me gelek panel û civîn li dar xistin."

Mûna El-Hemadê wiha dawî li gotina xwe anî: "Plansaziya me ya xebata sala bê dê lidarxistina 3`yemîn kongreya partiyê be. Dê ev kongre ji bo çawaniya danûstandina bi rewşa heyî re û li gorî nêrîn û hişmendiyeke zana ku gihaştina armancan misoger dike be."

(dm)

ANHA