​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Rêveberiya xirab û gendelî sedemên penaberiya ji Başûr in

Endamê parlamantoya Iraqê Xalib Mihemed da got rêveberiya xirab û gendeliya hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên penaberiyê ne.

​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Rêveberiya xirab û gendelî sedemên penaberiya ji Başûr in
3 kanûn, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Bi hezaran penaberên ji Başûrê Kurdistanê li ser sînorê Polonya û Belarûsê ne, bi fişar û rewşên avhewayê yên nebaş re rû bi rû mane û jiyana wan di xetereyê de ye. Li gel wê jî Polonyayê hêzên xwe li ser sînor belav kirine da ku penaber derbasî xaka wan nebin û ji wir jî ber bi welatên Ewropayê ve neçin.

Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku gendelî û rêveberiya şaş a PDK’ê sedemên penaberiyê ne.

Xalib Mihemed got: "Tiştê li Başûrê Kurdistanê pêk tê, bi gelek mijar û pirsgirêkan ve girêdayî ye. Ji 2014’an ve herêm rûbirûyî krîzeke aborî y e. Ji ber ku malbata desthilatdat a li Başûrê Kurdistanê dewlemendiyên herêmê talan dike û didize û welatî tu sûdê ji wan dewlemendiyan wernagirin. Lê tevî wê, li Başûrê Kurdistanê petrol û kargeh hene, zêdetirî 21 deriyên sînor ên bi ser Tirkiyê, Îran û Rojava ve hene û dahatûyên wan  bi giştî ji desthilatê re diçin."

Mihemed diyar kir ku mafê azadiya nêrînê li herêmê, bi taybet li Hewlêr û Dihokê pir kêm e û wiha domand: "Bo nimûne; li Dihokê hêzên ewlehiyê yên PDK’ê zêdetirî 150 kes girtine, ji bilî wê jî xwepêşandan û xwestekên şêniyan ên mafên xwe hene. Van mijaran bandor li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir û hişt penaber bibin."

Mihemed destnîşan kir ku welatî dixwazin bi rûmet  bijîn, lê ev yek tune ye, ji lew re rêjeya penaberiyê zêde dibe.

Xalib Mihemed bal kişand ser rola dewleta Tirk di valakirina cihwarên Kurdan de û ev tişt anî ziman: "PDK hêzên gerîla tawanbar dike, lê tawan ne rast e. Ji ber ku 41 baregehên leşkerî yên nerewa yên dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê hene û hebûna dewleta Tirk hem ji hêla parlamentoya Iraqê hem jî hikumeta wê ve nayê qebûlkirin."

(fr)

ANHA