​​​​​​​Koçberên Efrînê di xeta berxwedanê de bi israr in

Gelê Efrînê yên li Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye di xeta berxwedanê heta vegera li ser xaka xwe de bi israr in.

​​​​​​​Koçberên Efrînê di xeta berxwedanê de bi israr in
1 kanûn, 2021   00:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kêliya ku kantona Efrînê dagir kirine ve, êriş û sûcên xwe li dijî şêniyên resen, xweza, cihên ol û şûnwaran ranewestandine.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dagirkirina kantona Efrînê û koçberkirina derdora 350 hezar niştecihan ber bi kantona Şehbayê ve sînordar nema, lê belê li Şehbayê jî sûcên xwe didomînin.

XETA BERXWEDANA ÇAWA DEST PÊ KIR Û LI KU?

Ji kêliya yekemîn a êrişên dagirkirinê ve ku 20'ê Çilya 2018'an de dest pê kirin, şêniyên Efrînê qonaxa yekemîn a Berxwedanê Şerdamê ragihandin ku 58 dewam kir. Dewleta Tirk bi erêkirina Rûsya û civaka navneteweyî û di nav bêdengiya hikumeta Şamê de teknîka pêşketî  û 72 balafirên şer li dijî şêniyan bi kar anîn, di encamê de bi sedan welatî ku piranî zarok û jin bûn, bûn qurbanî.

Piştî kantona Efrînê hate dagirkirin û herêm ji niştecihên wê hate valakirin, welatiyan li kantona Şehbayê û gelek gundên navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî, xwe ji nû bi rêxistin kirin û derbasî qonaxa duyemîn a berxwedana xwe bûn. Di vê qonaxê de gelê Efrînê yên koçber rêbazê şerê gelê şoreşger da meşandin.

Di wan kêliyan de hikumeta Şamê û hêzên Rûsya yên li herêmê hewl dan vê ferzendê bi kar bînin û welatiyan bikişînin aliyê siyaseta xwe, lê hesab nekirin ku dê rêxistinbûyîna gel planên wan ên têkbirina vîna gel têk bibe. Li hemberî vê berxwedanê mûşek û topên artêşa Tirk bê navber sivîl dikirin hedef û hîn jî ev siyaset berdewam dike.

LI DIJÎ KOÇBERAN SIYASETÊN SÎSTEMATÎK Û PLANÊN KIRÊT

Hikumeta Şamê hewl dide koçberên Efrînê yên li kamp û malên kavilkirî bixe bin kontrola xwe, ji lew re li dijî wan siyaseteke sîstematîk dimeşe, lê dîsa hewldanên wê bi bin dikevin. Hikumeta Şamê di çarçoveya şerê taybet de gelek siyasetan pêk tîne, ji wan siyasetan, parçe bik û bi rê ve bib, hewldanên derxistina fitneyên di navbera Ereb û Kurdan de, belavkirina madeyên hişbir di nav civakê de, nexasim ciwanan û kiryarên derexlaqî.

Siyaseta hikumeta Şamê gihaşt asta ku koçberan, di nav de jin li ser bendên kontrolê bi bahaneya telefonên di destên sivîlan de bê ruxset e û dewletê baca wan telefonan wernegirtiye, binçav bike. Armanca hikumeta Şamê ji vê yekê ew e ku zextê li welatiyan bike, hebûna xwe ferz bike û  rewşê vegerîne mîna beriya 2011`an.

Hêzên hikumeta Şamê hewl dan gelek ciwanên Kurd û Ereb bigirin, da ku wan bibin leşkertiyê yan jî tawanên bê bingeh bi wan vekin ku gihaşt asta sûcên terorê. Armanc ji vê yekê ew e ku vîna gel bişkîne.

SIYASETA BIRÇÎKIRINÊ

Hikumeta Şamê hewl dide bi rêya siyaseta birçîkirina welatiyan, ferzkirina ambargoya li ser herêmê, qedexekirina derbaskirina madeyên xwarinê, sotemeniyê, pirtûkên dibistanê û hemû hewcedariyên rojane, welatiyan bi dabînkirina pêwîstiyên rojane ve mijûl bike da wê berxwedanê têk bibe.

Li aliyekî din jî hikumeta Şamê zextê li rêxistinên lojîstîkî yên navneteweyî dike da rewşa welatiyan ranegihînin û destekê nedin wan. Mînak vê yekê rêxistina UNICEF e ku bi îdiaya kêmbûna derfetan, ava vexwarinê li ser 37 gundên koçberên Efrînê lê dimînin, qut kir.

Her wiha hikumetê rêya di navbera Heleb û kantona Şehbayê de qut kir û hişt ku gelek zarokên nexweş şehîd bikevin, ji ber ku rê nade ambulansan ku zarokan veguhêze nexweşxaneyên Helebê.

/kr/uploads/files/2021/11/30/212621_-.webp

Koçberê bi navê Mihemed Şêx Qenber ji ajansê re axivî û got: "Ji roja yekemîn a êrişên dagirkirinê yên li ser kantona Efrînê ve û di dirêjahiya 58 rojan de, biryara me berxwedana li hemberî cûreyên çekên pêşketî ye. Berxwedana me ya li Şehbayê berdewama berxwedana li Efrînê ye."

Şêx Qenber ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî em koçberî kantona Şehbayê bûn, hemû hêzan hewldana têkbirina me û koçberkirina me ji Şehbayê dikirin. Ev jî armancên pêşîn ên Rûsya, hikumeta Şamê û artêşa Tirk bû. Lê belê hesabên wan rastî berxwedana gel û israra girêdana bi xakê ve hatin."

Şêx Qenber bal kişand ser siyaseta artêşa Tirk a piştî êrişkirina Efrînê û wiha dewam kir: "Piştî ku artêşa Tirk êrişî Efrînê kir, kamp li herêma Kilis vedikir, da dûvre welatiyan têk bibe, lê welatiyan biryara çûna ber bi Şehbayê da."

Şêx Qenber bi domdarî got: "Ji aliyekî ve hikumeta Şamê û Rûsya û ji aliyekî din ve artêşa Tirk û çeteyên wê ambargo li ser herêmê ferz kirin, her wiha rojane gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawa topbaran dikin da ku vîna me bişkînin."

Şêx Qenber destnîşan kir ku Kurd berê bindest bûn, lê bi derketina rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê, bi rêya xwenaskirinê vîna Kurdan xwe da der.

Şêx Qenber îşaret pê kir ku berxwedana Kurdan a li dijî hemû siyasetên mêtînger xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku li her devera Kurdistanê belav bûye.

Mihemd Şêx Qenber ev li axaftina xwe zêde kir: "Berxwedana me ya di demên zor û zehmet de hemû planên dijminan ên pêşerojê yên bi armanca têkbirina berxwedanê têk bir. Welatî li herêmên Şehbayê di hemû waran de zor û zehmetiyan dikişînin, çi ji aliyê tibî ve be û çi lojîstîk û peydakirina sotemeniyê be, nexasim ku demsala zivistanê û germa havînê li kampên balastîk dijwar e, her wiha bi topbarankirina artêşa Tirk û hedefgirtinên domdar ên ji kampên ku jiyana welatiyan dixe xeteriyê rû bi rû ne."

Koçber Mihemed Şêx Qenber da zanîn ku berxwedana gelan û vîna wan ew tim û daim bi ser dikeve û wiha dawî li gotina xwe anî: " Tevî zor û zehmetiyan şêniyên Efrînê li her deverê û pêkanîna serkeftinê, rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe, di berxwedanê de bi israr in."

(eh)

ANHA